10:25 21 Nîsan 2018
    Artêşa Îranê

    Îran: Me gengeşiya ku Amerîka, Îngîltere û Îsraîlê derxistibû têk bir

    © REUTERS /
    Îran
    Lînkê kurt
    0 01

    Sipaya Pasdarên Îranê di daxuyaniya xwe de ragihand ku gel û hêzên ewlehî yên Îranê gengeşiya ku hêzên derve deranîbûn têk birin.

    Li gor daxuyaniya malpera fermî ya Sipaya Pasdarên Îranê, gel, hêzên ewlehî û saziya îstîxbaratî ya Îranê gengeşiya ku Amerîka, Îngîltere, Erebistana Siûdî û Îsraîlê dixwest derxînê têk bir.

    Ji aliyê din ve li gor rojnameya Al Akhbar, Serdozgerê Îranê Cafer Montazerî di axaftina xwe ya Qumê de got: "Amerîka ji bo gengeşiyê li seranserê Îranê derxîne li bajarê Hewlêr ê Kurdistanê û li bajarê Herat ê Afganistanê navendên kordînasyonê ava kirin."

    ​Endamê konseya pisporan ê hikûmeta Îranê Ehmed Xatemî jî di axaftina xwe de got: "Xelkê Îranê wê dengê sîxûrên biyanî ku bi peyvên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump diaxive bibire."

     

    Bi heman mijarî:

    Îran hejmara pasdaran li sê bajaran zêde kir
    PDKÎ: Îran hejmara kuştî, girtî û birîndaran rast eşkere nake
    Îmarat: Îran dimîne, lê rejim dê biguhere
    'Îran dixwaze têkiliyên xwe bi Kurdistanê re asayî bike lê bi şertekî'
    Rûsya, Îran û Tirkiye li ser avakirina komîteyeke nû li hev kirin
    Etîketan:
    Sipaya Pasdarên Îranê, Cafer Montazerî, Îsraîl, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de