01:29 24 Gulan 2018
    Leşkerên Îranê

    Hejmara milîsên şîî yên afganî ku di şerê Sûriyeyê de hatibûn kuştin eşkere bû

    © AP Photo / Vahid Salemi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor daxuyaniya fermandarekî milîsên afganî yên îranî ku li Sûriyeyê ne ragihand ku di şerê Sûriyeyê de herî kêm 2 hezar milîsên wan hatine kuştin.

    Malpera nûçe ya îranî ya Basijnews ku nêzîkî Sipaha Pasdarên Îranê ye sparte fermandarekî milîsên afganî yên li Sûriyeyê Zuher Mucahid û ragihand ku heta niha di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de zêdetirî 2 milîsên wan di şer û pevçûnan de hatine kuştin.

    Li gor daxuyaniya fermandar Zuhêr Mucahid, di şer û pevçûnên Sûriyeyê de herî kêm 8 hezar milîs jî birîndar bûne.

    Wek tê zanîn, hikûmeta Îranê pasdar, besîc, milîsên şîe yên afganî, pakistanî û ereb dişandin Sûriyeyê da ku di şer de piştevaniya artêşa Sûriyeyê bigirin. Navê hêza afganî ya ku li Sûriyeyê şer dike û girêdayî Sipaha Pasdaran a Îranê ye "Tabûra Fatimiyûn" e.

    Hêjayî gotinê ye ku heta niha rejima Îranê amarek rast derheqê kuştiyên xwe yên di şerê Sûriyeyê de belav nekiriye. Lê li gor amareyên nîvfermî general û fermandarên pile bilind jî di nav gelek leşkerên îranî di şer û pevçûnên Sûriyeyê de hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîka hewil dide ji hemû aliyan ve êrîşî Îranê bike’
    Hikûmeta Kurdistanê bi daxuyaniyekê tohmetên rayedarê Îranê red kirin
    Hunermendê kurd ê Îranê: Ev serhildana li dijî bêedaletî û zilmê ye
    Îranê malbata Barzaniyan jî ji xwepêşandanên li Îranê berpirsyar girt
    DAIŞê piştgirî da xwepêşandanên li Îranê
    Tîma hentbolê ya jinên Kurdistana Îranê tîma Tehranê têk bir
    Etîketan:
    Hejmara milîsên îranî ku li Sûriyeyê hatine kuştin, Zuher Mucahid, Sûriye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de