18:30 25 Sibat 2018
Zindî
    Xwepêşandanên li Îranê

    Ji 6 Partiyên kurd û Îranî daxuyaniya hevbeş a xwepêşandanan

    © Sputnik/ Hizba Demokrata Kurdistana Îranê
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şeş partiyên Îranî û ji Kurdistana Îranê bang li gel kirin ku xwepêşandanên xwe yên nerazîbûna deshilatdariyê berdewam bikin.

    Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î), Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Yekîtiya Fedayiyên Gelê Îranê, Civata Demkî ya Sosyalîstên Çepên Îranê û Civata Hemahemgiya Tevgera Komarîxwazên Demokrat û Layîkên Îranê, derbarê xwepêşandanên nerazîbûna deshilatdariya Îranê de daxuyaniyeke hevbeş weşandin.

    ‘DIVÊ XWEPÊŞANDANÊN NERAZÎBÛNÊ BERDEWAM BIKIN'

    6 partî û aliyên siyasî di daxuyaniya ku îmze kirine de ragihandin: "Bi armanca berdewamkirin û kûrkirina narezayetiyan, pêwîst e diruşm û daxwaziyên neraziyan li ser çend xalên hevbeş weke "Serxwebûn, Azadî, Nan, Kar, Demokrasî û Cûdahiya Ol û Desthilat û Wekheviya Civakî û Dijatiya Gendeliyê" berdewam bikin."

    BANGA ÇALAKIYÊN DERVEYÎ WELAT HAT KIRIN

    Di daxuyaniyê de hat xwestin, ji bo dengê xelkê Îranê bigihe cîhanê li derveyî welat jî çalakî werin lidarxistin.

    Xwepêşandanên nerazîbûnê yên xelkê Îranê ku 28ê Kanûna 2017an dest pê kiribûn, di roja xwe ya 8an de jî berdewam dikin.

    Di xwepêşandanan de, tê ragihandin ku heta niha 25 kes hatine kuştin û bêhtirî hezar û 800 kesan jî ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatine binçavkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Colemêrgê akademisyenek mirî hat dîtin
    Inguşetyayê ji bo Sûriyeyê 25 ton alîkariya mirovî kir
    Şasiwar Ebdulwahîd bû Serokê Tevgera Nifşê Nû
    Li Rihayê operasyona DAIŞê: 2 milîtan hatine girtin
    Iraqê parêzgehbûna Helebceyê qebûl kir, lê budçe li ser Kurdistanê hesab kir
    YNK: Şandeya kurdî nûnerîtiya hikûmetê nake
    Etîketan:
    Îran, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de