22:18 20 Hezîran 2018
Ahmed Hatemi

Li Îranê banga avakirina medyaya civakî ya neteweyî

© AP Photo / Ebrahim Noroozi
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Li Îranê yek ji wan melayê muhafazakar Ayetullah Ehmed Hatemi bang li Tehranê kir ku medyaya civakî ya neteweyî bê avakirin.

Endamê meclisa pisporên Îranê  Ayetullah Ehmed Hatemi îro di xutbeya înê de di derbarê xwepêşandanên li Îranê axivî. Hatemî îdia kir ku piştê hukumetê întertnetê birî xwepêşandan qediyan. Ehmed Hatemi di axaftina xwe de anî ziman, ew medyaya civakî ku mifteya wî di deste Amerîkayê de be gere Îran bi kar neyîne. Hatemi di derbarê xwepêşandanan de gelek hişk axivî û got ku, ew kesên ala Îranê şewitandin lazime bên idamkirin.

​Serokê muhafizên şoreşa Îranê  Elî Caferî û serleşkerê Artêşa Îranê Abdulrahim Musavî roja pêncşemê îdia kirin ku xwepêşandan qediyane. Lê belê ajansa Amerîkî AP got ku xwepêşandan hêj neqediyanê û ji Tehranê vîdeoyek xwepêşandanê parvekir.

 

Bi heman mijarî:

Îmarat: Îran dimîne, lê rejim dê biguhere
'Îran dixwaze têkiliyên xwe bi Kurdistanê re asayî bike lê bi şertekî'
Amerîkayê ji KENYê xwest Îran were cezakirin
Macron: Rûsya û Îran li qadê bi ser ketin; dê Esad bimîne
Etîketan:
internet, ahmed, Îran, protesto, îRAN
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de