14:46 19 Sibat 2018
Zindî
    Faik Bulut-Nivîskar

    ‘Tevgera kurd, li Îranê amade ye'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Îran
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn Faik Bulut derbarê bûyerên Îranê de got "Heger tundî zêde bibe wê were rawestandin lê ji bo pêşerojê wê tovên serhildaneke mezin weri avêtin. Li bajarên kurdan dema bûyeran destpêkir avahiyên hikumetê hatin hedef girtin û dagirkirin. Ev jî nîşan dide ku tevgera kurd amade ye."

    Di 28ê kanûnê de li bajarê Meşhedê bi hezaran kes derketin kolanan û polîtîkaya aborî û tundiyê ya rejîma Îranê şermezar kirin. Di demeke kurt de li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê belav bûn, di navbera gel û hêzên rejîmê de şerên dijwar rû dan. Di çalakiyan de heta niha 27 kes hatin kuştin. Serokkomar Hesen Rûxanî diyar kir ku mafê çalakvanan yê şermezarkirinê heye, lê ew ê çavê xwe ji tundiyê re negirin. Serokê olî Ayetullah Elî Hamaney jî got ku çalakî bi hêzên derve ve girêdayî ne. Nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn Faik Bulut bûyerên Îranê ji bo Ajansa Spûtnîk Kurdistan nirxandin.

    ‘DIBE KU ŞERÊ NAVBERA ENIYÊN SIYASÎ BE'

    Bulut dibêje ku tenê sedemek bûyeran tune ye û sedemên cuda hene lê bi sedema ku çapemenîya Îranê ji derve re girtîye naveroka bûyeran zelal nayê nîşandan. Bulut wiha got "Hemu kes bûyeran li gorî xwe şîrove dikin. Dema em li çapemenîya welatên ereb dinêrin wekî ku qiyamet rabûye û Îran xerab dibe nîşan didin. Li Îranê bê aramîyek heye. Bûyeran bi sedema aboriyê destpêkirin û veguherîn çalakiyên ji bo azadî û demokrasiyê. Bi sedema ku bi taybetî li bajarên şiîyan bûyeran destpêkirîye weke şerê navbera eniyên siyasî tê dîtin. Wekî ku muxalifan destpêkirîye û gihiştiyê astek wiha. Li gorî min sedema bûyeran ne dewletên derve ne. Hemu desthilatdar serî li vê rêyê didin û dibêjin sedem dewletên derve ne. Hamaney jî daxuyanîyek wiha da. Li Îranê hinek medyayên ku ji aliyê dewletên din ve tene finansekirin hene û dibe ku di mezinkirina bûyeran de bandora wan hebe lê sedem ne ew e."

    ‘DERKET HOLÊ KU TEVGERA KURD AMADE YE'

    Bulut bûyer wekî ‘alozî' bi nav kirin û wiha berdewam dike: "Rewşek wiha jî heye, li bajarên ku kurd li wan dijîn dema bûyeran destpêkir avahiyên hikumetê hedef hatin girtin û dagirkirin. Lê vê demeke kurt dewam kir. Ev jî nîşan dide ku tevgera kurd ji vê re amade ye. Di navbera çalakvanan de cure yên cuda jî hene. Ne tenê tevgereke. Ev ne tenê tevgereke sîyasî ye, tevgereke ku tê xwestin veguhere tevgereke sîyasî ye. Di demên borî de jî bûyerên bi vi rengî qewimîn. Dibe ku aliyê reformxwaz, ji bo paşxistina aliyê kevneperest van bûyeran bikarbîne. Dibe ku bi armanca ji bo Rûxani paşbixin jî be."

    ‘TUNDİ ZÊDE BIBE WÊ JI BO PÊŞEROJÊ TOVÊ SERHILDANEKE MEZIN WERE AVÊTIN'

    Bulut got "Heger ev bûyer mezin bibin wê dewletên derve beşdar bibin" û wiha pêda çu: "Gelê Îranê gelek zanist û zindî ye. Ez bawer nakim ku bûyer bi qasî ku rejimê daxin mezin bibe. Dibe ku lawaz bike û gav bi paş de biavêje lê rejimê danaxe. Daketina jin, karker û karmendan ya qadan li gorî min tiştekî ecêbe. Dibe ku ev bûyer dewam bikin û dibe ku bi dawî jî bibe. Dibe ku bi reforman li hev bikin. Heger tundî zêde bibe wê were rawestandin lê ji bo pêşerojê wê tovên serhildaneke mezin were avêtin. Îran aniha ketîye nava kaos û qeyranekê. Sîyasetmedarên Îranê jîr û ji dîrokê ders digirin. Heger li gel zilm were kirin û di bûyeran de çek were bikaranîn ev ji bo pêşerojê talukeyeke mezine. Dibe ku vê talukeyê bibînin û bi gel re li hevbikin."

    Bi heman mijarî:

    Îran: Heta hemû terorîst têk neçin, em ji Sûriyeyê dernekevin
    Washîngton: Hat îspatkirin ku Îran moşeka dide husiyan
    Ehmed: Ne Îran ne jî Tirkiye dikarin aloziya li Sûriyeyê bi dawî bikin
    Wezîrê frensî: Em qebûl nakin Îran hebûna xwe ya leşkerî li Deryaya spî fireh bike
    Îran deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re vedike
    Îran: Em amade ne têkiliyên xwe yên bi Erebistana Siûdî re asayî bikin
    Etîketan:
    bûyer, Îran, Kurd, Faik Bulut, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de