01:16 18 Hezîran 2018
ئالایا ئێرانێ

Ruşen Çakir: Li Îranê krîzeke cidî rû bide, em ê navê kurdan zêdetir bibihîz in

© AFP 2018 / ATTA KENARE
Îran
Lînkê kurt
0 20

Rojnameger û analîst Rûşen Çakir, ji bo Medyascop Tv. Karîgeriya xwepêşandanên Îranê ku li meseleya kurd bikin nirxandin. Çakir diyar kir ku heke li Îranê alozî zêdetir bibin, dê herî zêde kurd ji vê yekê sûdê wergirin, tişta ku li Sûriyê pêk hat bi heman awayî dê li Îranê jî pêk were.

Ruşen Çakir bi pirseke li ser referandûma Herêma Kurdistanê dest bi axaftina xwe ki û weha pirsî: "Gelo referandûma Kurdistanê ya li Iraqê di meha Sibatê de çêbûya, dê birêveberiya Bexdayê bi heman awayî, bi awayekî bê perwa dê bikaribûya wê bi çewisîne. Îrana ku di nav xwe de bi van kêşeyan re mijul e, dikaribû vê fişarê bîne ser kurdan?"

'PKK LI ÎRANÊ GELEKÎ BI HÊZ E'

Çakir herwiha aşkere kir ku Îran niha bi kêşeyên navxweyî ve mijule û li wê derê kurd xwedî kevneşopiyeke bi rêxistinbûnê ne û weha berdewam kir: "Em qala dewleteke ku niha li Herêma xwe ya Kurdistanê kêşeyan dijî dikin. Li hemû Îranê kêşe hene, lê li vir heke krîz kûr bibe bi taybetî kurd dê bi awayekî karîger derkevin pêş, ev îhtîmal heye. Divê em vê yekê li derekê binivîsîn. Heke li Îranê bê îstîqrariyeke cidî rû bide, em ê navê kurdên Îranê hîn bêtir bibihîzin. Ev tiştekî wisaye ku jê veger tuneye. Wê tişteke wekî Sûriyê jê derkeve. Li Sûriyê jî li gel ku wekî gelhê kurd yên herî kêm bin jî, kesên ku ji aloziyên nav Sûriyê herî zêde sûd wergirtin kurd bûn. û bûne xwediyê hêza xwe ya niha. Li Îranê jî bi awayekî kevneşopîk rêxistinbûna kurdan heye, her çi qasî heya niha hatibe çewisandin jî, kevneşopiyeke wan ya rêxistinbûnê heye. PKK jî li Îranê gelekî bi hêz ê. Ji ber vê jî heke li Îranê alozî zêdetir bibin, em ê bibînin ku dê beşa Îranê ya meseleya kurd a li herêmê derkeve holê."

 

Bi heman mijarî:

Îmarat: Îran dimîne, lê rejim dê biguhere
'Îran dixwaze têkiliyên xwe bi Kurdistanê re asayî bike lê bi şertekî'
Rûsya, Îran û Tirkiye li ser avakirina komîteyeke nû li hev kirin
Amerîkayê ji KENYê xwest Îran were cezakirin
Macron: Rûsya û Îran li qadê bi ser ketin; dê Esad bimîne
Washîngton: Hat îspatkirin ku Îran moşeka dide husiyan
Etîketan:
Sûriye, Kurd, Îran, Ruşen Çakir, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de