03:22 24 Sibat 2018
Zindî
    Xwepêşandanên li Îranê

    KENY ji bo xwepêşandanên Îranê dicive

    © Sputnik/ Hizba Demokrata Kurdistana Îranê
    Îran
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryar da ku ji bo xwepêşandanên li Îranê biçive.

    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley du roj berê ragihandibû ku ji bo xwepêşandanên li Îranê em ê banga lezgîn li KENYê bikin. KENYê biryar da ku ji bo xwepêşandanên li Îranê bicive.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji bo xwepêşandanan gotibû: "Ez rêzê ji îraniyên ku dixwazin hikûmeta xwe ji destê kesên xurifî derxîne digrim. Di dema hewce de hûnê piştgiriya Amerîkayê bibînin."

    Îran jî bi îdîaya ku Amerîka tevlî kare navxweyî dibe li Neteweyên Yekbûyî gilî kiribû. Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Gholamalî Khosroo nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres û KENYê re şandibû di nameya xwe de gotibû: "Amerîka bi behaneya ku piştgiriya xwepêşandanan bike mudaxaleya nava Îranê dike. Serok û Cîgirê Serokê Amerîkayê bi tweetên xwe îraniyan teşwîqî çalekiyan dikin."

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Îranê: Hewce bike em amade ne ku mudaxele bikin
    Ji DYAyê bo qurbaniyên xwepêşandanên Îranê: Hûn nayên jibîrkirin
    Ryabkov bo Amerîkayê: Mudaxleleyî karên hundir ê Îranê nekin
    Macron: Hew maye ku me bi Îranê re têkin şer
    Piştî gotinên Caferî, dîmenên nû yên xwepêşandanên Îranê belav bûn
    Etîketan:
    Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî, Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Gholamalî Khosroo, Nikki Haley, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de