01:30 24 Gulan 2018
    Ala Îranê

    Dadgeha Îranê: Xwepêşandar li dijî Xwedê derdikevin, dê bên darvekirin

    © Sputnik / Grigory Sisoyev
    Îran
    Lînkê kurt
    0 04

    Ajansa Tesnîm ya Îranî ragihand ku ku Îran ji bo sepandina sizaya darvekirinê ye bi ser wan kesên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, ji nav xwepêşandanan hatine girtin û diyar kir ku serokê dadgeha şoreşê li Taranê eşkere kiriye, di demeke nêzîk de wê dadgeh biryara bidarvekirinê li dijî wan xwepêşanderên bisepîne.

    Serokê dadgeha şoreşê Mûsa Xedenfer Abadî ji Ajansa Tesnimê re ragihand, "Guman tê de tune ku yek ji wan tawanên xwepêşanderan encam daye, ragihandina şer e li dijî ‘Xweda' ev jî tawaneke mezin e û sizaya wê bi kêmanî darvekirin e

    DI DEMEKE NÊZÎK DE WÊ BEŞEK JI WAN XWEPÊŞANDERAN BÊ DADGEHKIRIN

    Herweha Xedenfer goti, di demeke nêzîk de wê beşek ji wan xwepêşanderan bê dadgehkirin, ku bi dijberiya asayîşa netewî û têkdana semyanên giştî hatine tohmetbarkirin û diyar kir, her xwepêşandan û çalakiyek bêyî rêdana polîsê Îranê, karekî neyasayî ye û encamderên wî karî dê bên sizadan.

    GER DADGEHA VÊ BIRYARÊ BISEPÎNE DIBE KU BI SEDAN WELATÎ BÊN DARVEKIRIN

    Ev daxuyanî di demekê de ne, ger dadgeha şoreşa Îranê ew siza bi ser xwepêşanderên ku hatine girtin bicî bike, dibe ku bi sedan welatî bên bidarvekirin, ji ber ku tenê li bajarê Taranê, 450 xwepêşander hatine girtin.

    Etîketan:
    Darvekirin, sizadan, Dad, Musa Xedefer, ıRAN
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de