18:51 20 Gulan 2018
    Dr. Parwez Rehîm

    'Divê kurdên Rojhilatê Kurdistanê di vê qonaxê de platformeke hevbeş ava bikin'

    © Sputnik /
    Îran
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 50

    Pisporê Îranê Dr. Perwîz Rehîm ji bo xwepêşandanên li Îranê diyar kir ku ev xwepêşandan encama bêzarbûn û acizbûna xelkê bêmaf û birçî yê Îran e û got, “Xelk naxwaze di navbera desthilatiya reformxwaz û tundrew (binajoxwaz) de bimînin.” Rehîm herwisa anî ziman ku divê kurd bi awayekî medenî eniyeke hevbeş ava bike.

    Li bajarê Meşhed ê Îranê di 28ê Berfanbara 2017an de xwepêşandan dest pê kirin û her ku çû li bajarên din ên Îranê jî belav bûn. Carinan di navbera xwepêşandan û hêzên ewlehî yên Îranê de şer rûda û li gorî agahiyan heta niha zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest daye. Lê belê sedema van xwepêşandanan çi ye? Xwepêşandan çi dixwazin û rêveberiya Îranê çi bersivê dide? Di vê rewşê de divê kurdên li Îranê çi bikin? Me wekî Sputnik Kurdistanê bersiva van pirsan ji Mamosteyê Zanîngeha Selahedîn a Herêma Kurdistanê Dr. Perwîz Rehîm, ku di heman demê de pisporê Îranê ye, pirsî û wî jî bersiva me da.

    'ÎRANÊ XWEST LI ROJHILATA NAVÎN BIBE XWEDÎ KONTROL LÊ EV YEK BÛ SEDEMA TÊKÇÛNA ABORÎ'

    Dr. Perwîz Rehîm di derbarê xwepêşandanên li Îranê de ji bo Sputnik Kurdistanê diyar kir ku baweriya xelkê bi desthilatên siyasî nemaye û got, "Baweriya xelkê bi reformxwazan nema, daku kêşeyan çareser bikin. Herwisa ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê ev çend salên dawiyê hewl da li Rojhilata Navîn bibe xwedî kontrol, ku ev yek jî li Îranê bû sedema têkçûna darayî û aborî. Xelk difikire ku çavkaniyên darayî û aborî yên ji bo çareserkirina kêşeyan pêwîst in, ji bo derve hatine şandin û ji bo komên li Sûriye, Yemen, Iraq û Lubnanê hatine terxankirin."

    'REWŞA ABORÎ YA XELKÊ XERABTIR BÛ Û DEWLETÊ GUH NEDA XELKÊ'

    Rehîm parast ku xelk ji gendeliya bi sîstematîk bi gazinc in û di wê baweriyê de ye ku hindikayiyeke nêzikî navenda desthilatiyê hemû çavkaniyan kontrol dike, bi gendelî û neyasayî dewlemend bûne û samanên welat firotine:

    "Di heman demê de xelk rewşa aboriyê ya xerab a xelkê xerabtir bû û Îranê di demeke wisa de guh neda xelkê û budceya leşkeriyê bi qasî ji sedî 43yan zêdetir kir. Îran îro rastî qeyraneke mirovî, jîngeyî, aborî û civakî hatiye. Ev hemû jî ji ber bersivnedayîna dewletê ya ji bo gotin û daxwazên xelkê rûdaye, ku civak nerazî kiriye û ew xelk gihîştiye wê baweriyê ku tenê bi rûxandin û guhertina vê rejîmê dikarin guhertinan pêk bînin û rewşê baştir bikin."

    Pisporê Îranê dest nîşan kir ku baweriya gelê Îranê êdî bi aliyên desthilatiya siyasî nemaye û got, "Xelk lîstika desthilatiyê de di navbera reformxwaz û tundrewan (binajoxwaz) de mabû û vê yekê jî tenê temenê rejîmê dirêj dikir. Lê van herdu aliyan ev derfet revand û niha jî ev sîstem rastî qeyranê hatiye."

    'ÎRAN NIKARE BI HÊZA ARTÊŞÊ XWEPÊŞANDANAN SERKUT BIKE'

    Perwîz Rehîm li ser helwesta muhtemel ya rêveberiya Îranê ya li dijî xwepêşanderan jî got, "Eger xelk bi awayekî berfireh û berbelav li hemû bajarên Îranê û li hemû herêmên cuda yên dînî û neteweyan beşdarî xwepêşandanan bibe û civaka navdewletî jî hişyarê bide Îranê, Îran nikare bi hêza artêşê xwepêşdanan serkut bike. Ev destpêka bidawîbûna vê rejîmê ye. Ev tê wê wateyê, ku li Îranê guherîna sîyasî rû dide û ji bo rûxandina sîstemê serkêşî tê kişandin."

    'DIVÊ KURD ENIYEKE HEVBEŞ AVA BIKIN'

    Perwîz Rahîm li ser helwesta kurdan a ji bo xwepêşandanan jî got, "Pêwîste kurd qonax bi qonax û bi awayekî medenî beşdarî nerazîbûnan bibin û zede pêşde neçin. Ji ber ku ev nerazîbûn gelemperî û tevahî ye. Ji ber vê yekê desthilata navendî nikare vê mijarê di çarçoveya dabeşkirin û perçebûna Îranê de wekî metirsiya cudaxwazî ya ereb û kurdan û destwerdana derve û metirsiya li ser asayişa leşkeri ya Îranê şîrove bike û fişarê li kurdan bike."

    Rahîm dest nîşan kir ku di vê qonaxê de divê kurd bi awayekî medenî beşdarî pêvajoyê bibin û ji bo mixalefet û partiyên kurdan ên li Îranê jî ev tişt gotin, "Herwisa pêwîste opozîsyon û partiyên kurd bi eniyek an jî platformeke hevbeş, ku bi baweriya min li dîasporayê wekî ‘hikûmeta demkî' an jî ‘hikûmeta raguzer' heye û ji bo wê yekê kurd divê li Rojhilat yekgirtû û yekgotin bin. Ji bo vê yekê jî pêwîste kurdên li Rojihlatê Kurdistanê hêzeke hevbeş a leşkeri û siyasî ava bikin û dîplomasiyê saz bikin. Berovajiyê vê yekê ji bo kurdan çi niha çi jî di dahatû de karesat wê rû bidin. Eger berbelavbûn, bêplanbûn û nakokiyên navxweyî yên di nav hêzên Rojhilat de di demek zûtirîn de neyên çareserkirin, wê xisareke mezin bidin wan."

    Rahîm herwisa derbirî ku divê di heman demê de ji xeynî kurdên li dîasporayê aliyên din ên opozîsyona Îranê jî narezîbûna xwe bînin ziman.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    'Xwenîşandêr dixwazin ku rejîma îslamî ya Îranê hilweşe û pergalake demokratîk ava bibe'
    Îranê deriyê Hecî Omeran jî vekir
    Tirkiye: Em giringiyê didin wê ku li Îranê îstîqrar were parastin
    Îranê deriyê sînor ê Herêma Kurdistanê vekir
    Di xwepêşandanên li Îranê de hejmara miriyan gihîşt 20 kesan
    Hejmara kuştiyên xwepêşandanên Îranê her diçe zêde dibe
    Etîketan:
    kurd, Mamosteyê Zanistiyên Siyasî yê Zanîngeha Selahedînê, Parwez Rehîm, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de