06:18 21 Gulan 2018
    îran - protesto

    'Xwenîşandêr dixwazin ku rejîma îslamî ya Îranê hilweşe û pergalake demokratîk ava bibe'

    © AP Photo / Ebrahim Noroozi
    Îran
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Endamê Komîteya Navendiya PDK-Î yê Dara Natiq ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku piraniya dahatên Îranê di salên derbasbuyî de ji bo grubên terorîst û tundrew hatine xerçkirin û ev yek jî bûYE sedema lawazbûna rewşa aborî. Natiq got, “Xwenîşandêr dixwazin ku rejîm îslamî hilweşînin û pergalake demokratîk ava bikin û bi azad bijîn.”

    Dara Natiq diyar kir ku, "Ya niha di lranê de dibe, sedemên wê vedigerin bo kelekebûna çendîn pirsgirêk û girifta nêzî çil salên desthilatiya komara lslamî ya lranê bi ser civaka lranê de bi giştî çêbune, ji ber sitem û zordariyê û dîktatorî û perçekirina xelkê lranê."

    DAHATÊN IRANÊ DI SALÊN DERBASBUYÎ DE BO GRUBÊN TERORÎSTÎ Û TUNDKARAN HATIYE XERÇKIRIN Û EV YEK JÎ BÛ SEDEMA LAWAZBÛNA REWŞA ABORÎ'

    Natiq destnîşan kir, "lran welatekî zengîn e lê piraniya dahatên lranê di salên derbasbuyî de ji bo grubên terrorist û tundrewhatiye xerçkirin û ev yek jî bu sedema lawazbûna rewşa aborî. Ji aliyekî ve jiyana xelkê ber bi hejarî û xizaniyê ve diçe, ji aliyê din ve xelk bi birçîbûnê ve rû bi rû mane û ji aliyê din azadî nîn e. Vêca ev rewşa siyasî û aborî ya niha li lranê ku bûye sedema serhildana nerazîbûnekeberfireh li seranserê welat li dijî desthilata îdarî ya Komara lslamî ya Îranê."

    Xwepêşandanên li Îranê
    © Sputnik / Hizba Demokrata Kurdistana Îranê
    Xwepêşandanên li Îranê

    ‘XELK BÊHÊVÎ NE KU GUHERTINEK LI KOMARA ISLAMÎ YA IRANÊ BIBE, JI BER VÊ YEKÊ DEST BI XWENÎŞANDANAN KIRINE'

    Dara Natiq diyar dike ku xwenîşandanê vê care cuda ne û wiha axivî, "Xwenîşandanên vê care cuda ne, di yên berê de tenê cil û bergên netewî yan jî ol û mezheb hebûn û li herêmeke sînordar dihatina lidarxistin lê xwenîşandanan niha seranseriya welat, li navendên mezin, li navendê siprituel el şiî de ne, li navendên perwerdekirinê ya bîrdoziyê ne, bo nimûne bajarên Qum û Meşhed û navçeyên din. Ji ber hindê em dibînin ku xwenîşandêr di çarçoveya balek diyar de nemane. Berî niha di bin sîbera reformist de xwenîşandan hebûn lê niha ev sînor berfireh bûne lewra xelk bêhêvî ne ku guhertinek li Komara Islamî ya Iranê bibe, ji ber vê yekê dest bi xwenîşandanan kirine û xwenîşandêr dixwazin ku rejîm îslamî bi rûxînin û hilweşînin û pergalake demokratîk ava bikin û bi azad bijîn."

    ‘PIRANIYA XWENÎŞANDÊRÊN HATINE KUŞTIN JI BAJARÊN KURDISTANÊ NE'

    Xwepêşandanên li Îranê
    © Sputnik / Hizba Demokrata Kurdistana Îranê
    Xwepêşandanên li Îranê

    Dara Natiq eşkere dike ku li bajarên li Bane û Sine û Kirmanşan û Urmye û Luristan xwenîşandan hene û piraniya kuştiyan ji bajarên Kurdan in wiha berdewam kir, "Piraniya xwenîşanderên hatîne kuştin li bajarên Kurdistanê bûne, bi taybetî li Kirmanşan û Luristanê, lê rijîma lranê hêzeke herî mezin aniye bo navçeyên kurdî li Rojhilatê Kurdistanê"

    Dara Natiq diyar dike ku hejmara ku medyaya lranê behs dike rast nîn e û wiha pê de çû, "Ta niha 15 kuştî û bi sedan xwenîşanderên din birîndar bûne û bi hezaran jî hatîne binçavkirin, lê bêguman ev hejmar rast nîn in, ji ber ku ji aliyê desthilatdarên Tehranê ve hatiye raghandin, hejmar bêtir e, li gor jêderên ku zanyarî ragihandine nêzî 30 kuştî hene û eger mudaxeleyên Tehranê wiha berdewam bikib dê hejmara kuştiyan zêdetir bibe."

    PDKÎ: BI GIŞTÎ TA NIHA ME PIŞTEVANÎ DAYE BIZAVA NERAZÎBÛNÊ

    Dara Natiq di dawiya axaftina xwe de got, "Weke PDKÎyê û partiyên rojhelatê Kurdistanê bi giştî ta nihu me piştevanî daye bizava nerazîbûna xelkê lranê û me ragehandiye ku em piştevaniya daxwazyên rewa yên xelkê dikîn û me daxwaz ji xelkê Kurdistanê bi giştî kirye ku bikevine nava bizava nerazîbûnê ku niha li hemû lranê berdewam dike."

    Bi heman mijarî:

    Di xwepêşandanên li Îranê de hejmara miriyan gihîşt 20 kesan
    Îranê deriyê Hecî Omeran jî vekir
    Tê îdiakirin ku DYA û Israîl ji bo tevgerên Îranê kêm bikin li ser planekê dixebitin
    Îranê deriyê sînor ê Herêma Kurdistanê vekir
    Hejmara kuştiyên xwepêşandanên Îranê her diçe zêde dibe
    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu li ser xwepêşandanên li Îranê daxuyanî da
    Etîketan:
    Brîndar, Nerazîbûn, Protesto, xwenîşandan, Kuştin, Xwepêşandan, Aborî, PDK-Î, Dara Natiq, Iran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de