17:34 25 Gulan 2018
Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney

Xamaney: Dijminên me li welêt alozî derxistin

© REUTERS / Caren Firouz
Îran
Lînkê kurt
0 01

Rêberê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney derbarê xwepêşandanên ku ket roja 6. ên li Îranê de axivî û diyar kir ku, "Dijminên me li welêt alozî derxistin."

Xamaney di mijara xwepêşandanên li dijî hikûmetê de got: "Dijminên me alozî derxistin. Wan kesan pere, çek û sîxurên îstîxbaratê bikar anîn û alozî derxistin."

‘DIJIMINÊN ÎRANÊ JI BO ALOZIYAN PERE, SIYASET, ÇEK Û RÊYÊN DIN BIKAR ANÎN'

Xamaney li ser hesaba xwe ya fermî daxuyaniyeke belav kir û tê de got: "Dijminên Îranê di rojên dawî de ji bo li Komara Îranê alozî derxin pere, siyaset, çek û rêyên din bikar anîn."

Xamaney, destnîşan kir ku ‘Dema rast de' dê derbarê mijarê de daxuyanî bide.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî doh bi daxuyaniyeke eşkere kiribû ku, "Her xwepêşandaneke ferman ji derve yê welêt digirin û komeke mirov jî ji bo fikr û pisgirekên xwe bînin ziman derketin kolanan."

Bi heman mijarî:

Tê îdiakirin ku DYA û Israîl ji bo tevgerên Îranê kêm bikin li ser planekê dixebitin
Îranê deriyê Hecî Omeran jî vekir
Tirkiye: Em giringiyê didin wê ku li Îranê îstîqrar were parastin
Di xwepêşandanên li Îranê de hejmara miriyan gihîşt 20 kesan
Îranê deriyê sînor ê Herêma Kurdistanê vekir
Etîketan:
alozî, Ayetûllah Elî Xamaney, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de