05:57 20 Nîsan 2018
    Îran - xwepêşandan

    Di xwepêşandanên li Îranê de hejmara miriyan gihîşt 20 kesan

    © AP Photo /
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku hejmara miriyên di xwepêşandanên li Îranê de gihîşt 20an. Xwepêşandanan bandor li nirxê petrole jî kir û bihayê bermîla petrolê 67 dolar derbas kir. Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî welatên wekî Amerîka, Îngiltere û Erebistana Siûdî ji xwepêşandanan berpirsyar girtin.

    Ev 6 roj in li Îranê xwepêşandan berdewam dikin û her ku diçe belav dibin û hat diyarkirin ku hejmara miriyên di xwepêşandanan de gihîştiye 20an.

    Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku şeva duhî 6 xwepêşander li navçeya Kehderican a bi ser bajarê Îsfehanê gava êrîş ser qereqola polîsan kir, hatine kuştin û îdia kir ku wan xwepêşandaran hewl daye çekan ji qereqolê bidizin.

    Televîzyonê daxuyand ku li navçeya Humeynîşehr a Îsfehanê jî zarokekî 11 salî û zilamekî 20 salî hatine kuştin û herwisa li herêma Necefabadê jî pasdarekî Îranê hat kuştin. Herwisa hat diyarkirin ku duhî li Îsfehanê 100 kes hatine desteserkirin.

    ‘PEYAM JI AMERÎKA, ÎNGILTERE Û EREBISTANA SIÛDÎ TÊN'

    Ji aliyê din ve rayedarên Îranê di daxuyaniyê de hêj ‘hêzên biyanî' ji xwepêşandanan berpirsyar digirin. Li gorî malpera Tesnimê ya Îranê Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî di daxuyaniya xwe ya ji bo medyaya Lubnanî de gotiye, "Peyamên di derbarê rewşa li Îranê de ji Amerîka, Îngiltere û Erebistana Siûdî tên. Rewşa heyî ya li ser torên medyaya civakî, şerekî bi wekalet e li dijî Îranê."

    Herwisa tê payîn ku rêberî dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney jî di derbarê bûyeran de daxuyaniyekê bide.

    Xwepêşandanan bandor li ser nirxê petrolê jî kir, ku bermîla petrole 67 dolar derbas kir.

    Bi heman mijarî:

    Îranê deriyê sînor ê Herêma Kurdistanê vekir
    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu li ser xwepêşandanên li Îranê daxuyanî da
    Xwepêşanderên li Îranê teqe berdan: Mirî û birîndar hene
    Rûsyayê li ser xwepêşandanên li Îranê daxuyanî belav kir
    Etîketan:
    xwepêşandan, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, Elî Şemxanî, îsfehan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de