18:45 20 Gulan 2018
    Ala Îranê

    Ji Îranê daxuyaniya xwepêşandanan: Hikûmet, parlamento û daraz amade ne

    © REUTERS / Morteza Nikoubazl
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Mutahharî li ser xwepêşandanên protestoyî yên ku li gelek bajarên Îranê li dijî rêveberiyê destpê kirine daxuyanî da û got, “Hikûmet, parlamento û daraz ji bo bicihanîna daxwazên gel amade ye gavan bavêje.”

    Li gor nûçeya Ajansa Xwendekarên Îranî (ISNA) Mutahharî derbarê daxwaz û nerazîbûnên xwepêşanderan de got, "Divê wezareta navxweyî, daxwaziyên gel qebûl bike û di destûra xwepêşandanan de zehmetiyan dernexe."

    Mutahharî diyar kir ku li Îranê çanda xwepêşandanan ne rûniştiye û di demeke nêzîk de protesto ji mebestên xwe dûr dikeven.

    Rayedarê îranî wekî sedema vê jî got, "Dibe ku sedema vê yekê, qedexeyên tund ên Wezareta Navxweyî bin ku hemû xwepêşandanan wekî derqanûnî bi nav dike."

    Mutahharî bal kişand ser, bi şertê ku ne li dijî îslamê û destûra Îranê bin û çek neyên bikaranîn destûra xwepêşandanan tê dayîn û daxwaz ji rayedarên dewletê jî kir ji bo gel nerazîbûnên xwe nîşan bide, rewşeke guncaw bo wan amade bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan di peyama sersalê de got: Me hewla serxwebûna Kurdistanê vala derxist
    Kesê ku li Meydana Sor 2 kes birîndar kiribûn, hat binçavkirin
    ‘Amerîka ji bo rê li ber hêza Îranê bigire li Sûriyê dimîne’
    El Xezalî: Heşda Şeibî yekîtiya Iraqê parast û plana serxwebûna Kurdistanê têk bir
    Di xwêpêşandanên Îranê de kuştî û birîndar zêde dibin
    Îsal li Hewlêrê ahengên sersala nû nayên lidarxistin
    Pûtîn ji bo Serokê Ermenistanê peyama sersalê şand
    Etîketan:
    Xwepêşandan, protesto, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de