03:08 23 Nîsan 2018
    Îran - protesto - polîs

    Di xwêpêşandanên Îranê de kuştî û birîndar zêde dibin

    © AP Photo / Ebrahim Noroozi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 01

    Di encama şer û aloziyên xwepêşandanên Îranê yên li dijî deshilatdariyê hatine destpêkirin de, tenê li paytext Tehranê 5 kes bi guleyên hêzên Îranê hatin kuştin. Her çiqas hejmarên kuştî û birîndaran ên piştrastkirî yên ji gelek bajaran neyên zanîn jî tê ragihandin ku di encama destwerdana hêzên ewlekariyê de hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe.

    Li Îranê pîrozbahiyên roja Qudsê
    © Sputnik / Soheil Gargari
    Xwepêşandanên nerazîbûnê yên bajarên Îranê ku 28ê Kanûna 2017an pêşî li bajarê Kirmanşanê destpê kiribûn, niha ji paytext Tehranê bigirin, heta bajarên wekî Sine û Ormiye yên kurdan û gelek bajarên mezin ên wî welatî berdewam dikin.

    Di xwepêşandanên destpêkê bi mebesta, rewşa xerab a jiyana aborî û li dijî fişara rêveberiya Îranê ya li ser hemwelatiyên xwe hatibûn destpêkirin de, li ser torên medya civakî bi dîmen û vîdyoyan zanyariyên bikaranîna hêzê li hemberî xwepêşanderan têne weşandin.

    LI KIRMANŞANÊ FERMANDAREK HATIYE KUŞTIN

    Hat ragihandin ku tenê di xwepêşandanên 30yê Kanûnê yên li Tehranê de, 5 kes bi guleyên hêzên ewlekariya Îranê hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

    Dîsa li gor zanyariyan li bajarê kurd Kirmaşanê jî 8 kes birîndar bûne û fermandarekî pasdarên Îranê jî ji aliyê xwepêşanderan ve hatiye kuştin.

    Xwepêşandanên nerazîbûna deshilatdariya Îranê, li bajarên wekî Ormiye, Kirmanşan, Xuremabad, Meşhed, Ehwaz, Erak, Bender Ebas, Qûm, Îsfahan û çend navçeyên din agahiyên xwepêşandan belav dibin.

     

    Bi heman mijarî:

    Îsal li Hewlêrê ahengên sersala nû nayên lidarxistin
    Pûtîn ji bo Serokê Ermenistanê peyama sersalê şand
    4 keçên din ên kurdên êzidî hatin rizgarkirin
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyasaya reforman qebûl kir
    PKKê nûçeya mirina 3 endamên xwe yên li Kerkûkê derewand
    FSBê êrîşkarê Saint Petersburgê deteser kir
    Abdullah Gul bersiv da Erdogan û AKPê
    Etîketan:
    Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de