06:27 27 Gulan 2018
Ala Îranê

Bizavkarê kurd: Rêberekî xwepêşandanên Îranê nîne

© AP Photo / Ronald Zak
Îran
Lînkê kurt
Salih Turan
0 0 0

Xwepêşandanên protestoyî yên li dijî deshilatdariya Îranê ku tê ragihandin, li ser gendelî û têkçûna rewşa debara hemwelatiyan hatine destpêkirin, li gelek bajarên Îranê berdewam dikin. Di xwepêşandanan de diruşmên îstîfaya Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî tên qêrîn û saziyên hukmî tên protestokirin.

Di xwepêşandanên 28ê Kanûnê yên roja yekem de ku li parêzgeha Kirmanşan a kurdnişîn hatibûn destpêkirin, li dijî xwepêşanderan hêz hatibû bikaranîn û alozî derketibûn.

​Roja Înê 29ê Kanûnê jî li gelek bajaran xwepêşandanên protestokirina desthilatdariya Îranê berdewam dikin û êvarê xelk derketin derve û li ber avahiyên hukmî civiyan û nerazîbûna xwe ji deshilatdariyê re nîşan didin.

Hin xwepêşanderan bi diruşmên, 'Mirin ji bo Rûhanî, silav ji bo Reza Şah' nerazîbûna xwe li dijî deshilatdariyê nîşandan.

Li gor zanyariyan heta niha bi sedan xwepêşanderên ku rûbirûyî destwerdana hêzên ewlekariyê bûne, hatine binçavkirin.

'RÊBEREKÎ XWEPÊŞANDERAN NÎNE'

Bizavkarê kurd Haşim Majid Banî ji Spûtnîkê re derbarê xwepêşandarên berdewam de wiha axivî:

"Li gelek bajaran xwepêşandan berdewam dikin. Hêzên asayîşê bi tundî bersiva xwepêşanderan didin. Hinek xwepêşander alîgirên Serokomarê berê yê Îranê Ehmedî Nejad in. Hinek ji wan jî xelkê ji rêzê ne û ti rêberekî wan nîne. Ji ber bêserîbûnê zehmet e bi ser bikevin."

DÎMENÊN XWEPÊŞANDANAN LI SER TORÊN MEDYAYÎ BELAV BÛN

Herwiha li ser torên medya civakî dîmenên destwerdana hêzên ewlekariya Îranê li ser xwepêşanderan têne belavkirin.

​Di hinek dîmenan de xuya dike ku îstîfaya Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî tê xwestin û wêneyên deshilatdarên Îranê têne şewitandin.

​​Xwepêşander herwiha di diruşmên xwe de daxwazê ji rêveberiya Îranê dikin, hêzên xwe ji Sûriyê û Iraqê bikişîne û girtiyên siyasî berde.

Bi heman mijarî:

Appleyê lêborîn xwest û buhayê bataryayan daxist
300 milîtanên Nusrayê, ji herêma Gutaya Rojava ya Şamê tên veguhastin
Al-Arabiya: Ebadî ji danûstandina kurdan ditirse
Ji bo çareserkirina krîza di navbera Bexda û Hewlerê dê partiyên şiî têkevin nav tevgerê
Musteşarê pîşesaziya parastinê: kontrola S-400an wê bi temamî di destê Tirkiyê de be
‘Amerîkayê, serokên DAIŞê yên li Dêra Zorê birin Hasekeyê'
Ji Pûtîn ji bo zarokê nexweşê pençeşêrê diyariya komputerê
Etîketan:
Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de