09:55 20 Nîsan 2018
    Ranya - Silêmaniye - Xwepêşandan

    Li gelek bajarên Îranê xwepêşandanên nerazîbûnê

    © Sputnik /
    Îran
    Lînkê kurt
    0 10

    Hemwelatiyên Îranê ji ber rewşa aborî ya welatê xwe li gelek bajaran li hemberî Hesen Rûhanî û hikûmetê çalekî li dar xistin.

    Hemwelatiyên Îranê ji ber rewşa aborî ya welatê xwe li gelek bajaran li hemberî Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û hikûmetê li çend bajarên wekî Meşhed, Neyşabûr, Kaşmer û Bicnûrid, Yezde û Newşehirê çalekî li dar xistin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî û vîdyoyên ku li ser medya civakî belavbûne, li çend bajarên Îranê yên wekî Meşhed, Neyşabûr, Kaşmer û Bicnûrid, Yezde û Newşehir xelkê nerazî derketin ser cade û kolanan çalekî li dar xistin. Çalekvanan ji rewşa xerabî ya aboriya welatê xwe nerazîbûn û li dijî Serokomar Hesen Rûhanî û hikumetê dirûşm avêtin.

    Li gorî dîmênan di navbera xwepêşandar û hêzên ewlehiyê de şer û pevçûn jî derketiye û hêzên ewlehiyê li bajarên Meşhed û Neyşabûrê belavbûn û gaza rondikrêj û fîşekên plastîkî li dijî xelkê bikar anîne.

    Bi heman mijarî:

    Ji Îranê bo hemwelatiyên xwe hişyariya Tirkiyeyê
    Îranê tevahiya Qûdsê weke ‘Paytexta Filistînê' nas kir
    Li Sûriyeyê 6 leşkerên Îranê hatin kuştin
    Li Kirman a Îranê erdhejeke bihêz rû da
    Îranê biryara li Stenbolê ya Qudsê red kir: Filistînek û Qudsek tenê heye
    Qur`ana li Kurdistana Îranê hatî peydakirin hate restorekirin
    Etîketan:
    Li Îranê xwepêşandan, Meşhed, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de