18:25 20 Gulan 2018
    Rafsancani'nin kızı Faize Haşimi

    Keça Refsencanî: Ez li dijî mecbûrîbûna sergirtinê me

    © AFP 2018 / ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 10

    Faîze Haşimî, keça Serokomarê berê yê Îranê Elî Ekber Refsencanî diyar kir ku ew li welatê xwe li dijî sergirtina jinan e û got, "40 sal di ser şoreşa Îranê re derbas bû. Neçariya sergirtinê bi kêr hat? Berovajiyê vê yekê, sergirtina ne li gorî Îslamê zêde bû."

    Li gorî ajansa nûçeyan a Tebnaqê ya Îranî Faîze Haşimî li Zanîngeha Zencanê di konferansekê de axivî û got, "Ez çawa di dema Şah de li dijî qedexekirina sergirtinê derketim, niha jî li dijî mecbûrîbûna sergirtinê derdikevim."

    Haşimî dest nîşan kir ku geşedana civakî bêyî çavdêrîkirina mafên jinan û mirovan ne pêkan e û diyar kir ku Îslam ji bo aliyê xwe yê girîngiyê dide vê yeke, xwediyê pozisyoneke guzîde ye.

    Haşimî îfade kir ku divê zaneyên Şîî û Sunnî li gorî ruhê demê fetwayan bidin û ev tişt gotin, "40 sal di ser şoreşa Îranê re derbas bû. Mecbûrîbûna sergirtinê bi kêrî tiştekî hat? Berovajiyê vê yeke sergirtina ne li gorî Îslamê zêde bû. Di vê pêvajoyê de sergirtin û dîn bi hêz nebû."

    Bi heman mijarî:

    Îranê bertek nîşanî daxuyaniya Nûnera Daîmî ya NY ya Amerîkayê da
    Barzanî serdana Tirkiye û Îranê dike
    Rûhanî, Ebbas vexwende Îranê
    Pasdarên Îranê 2 kolberên kurd kuştin
    Îranê biryara vekirina her du deriyên sînorî da
    Li Kurdistana Îranê ji bo zarokan konserek hat lidarxistin
    Etîketan:
    sergirtin, mecbûrîbûn, keça Serokomarê berê yê Îranê, Faîze Haşimî, Zencan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de