06:26 27 Gulan 2018
Nikki Haley

Îranê bertek nîşanî daxuyaniya Nûnera Daîmî ya NY ya Amerîkayê da

© REUTERS / Stephanie Keith
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Îranê bertek nîşanî daxuyaniya Nikki Haleya Nûnera Daîmî ya Amerîkayê di Neteweyên Yekbûyî (NY) de da ku îdîa kiribû; Îran biryarên NY binpê dike û li Yemenê çekan dide milîsên Hûsî. Îranê ji bo Wezaretê Karên Derve bangî Balyozê Swîsreyê, yê ku çalakiyên dîplomatîk yên Amerîkayê dimeşîne kir.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Tasnîm a Îranê ragihand ku ji ber daxuyaniyên 'bêberpirsiyarî' yên Haley, ji bo were Wezareta Karên Derve bang li Balyozê Swîsreyê hat kirin.

'LI HEMBER ÎDÎAYA BÊ BINGEH Û PROVAKATÎF BI AWAYEKÎ BI HÊZ HAT PROTESTO KIRIN'

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Kasimî di daxuyaniya xwe de ragihand ku: "Îranê protestoya li hember îdîaya bê bingeh û provakatîf ya Haley bi awayekî bi hêz nîşanî Balyozê Swîsreyê kir.

Haley, îdîa kiribû ku moşeka ku milîsên Husî yên li Yemenê di 4ê Mijdarê de avêtibûn, payitexta Erebistana Siûdî Riyadê, ji aliyê Îranê ve ji bo Husiyan hatiye dayin.

Di navbera Îran û Amerîkayê de piştî şoreşa Îslamî ya Îranê, ji ber ku Îranîyan bi ser balyozxaneya Amerîka de girtin û 52 amerîkayî 444 rojan rehîn girtin, ji sala 1980an ve têkîliyên dîplomatîk yên rasterast tune ne.

Karên dîplomatîk yên Amêrikayê yên li Îranê Balyozê Swîsreyê re dimeşîne.

 

Agahî tên…

Bi heman mijarî:

Haley: NY zorîyê li Îsraîlê dike
Haley tund axivî: Ya hûn hevalê me ne an jî hûn ê Koreya Bakur in
Haley: Em piştgiriyeke tam didin çareseriya du dewletî
Macron: Rûsya û Îran li qadê bi ser ketin; dê Esad bimîne
Îran: Heta hemû terorîst têk neçin, em ji Sûriyeyê dernekevin
Washîngton: Hat îspatkirin ku Îran moşeka dide husiyan
Ehmed: Ne Îran ne jî Tirkiye dikarin aloziya li Sûriyeyê bi dawî bikin
Etîketan:
payîtext, protesto, daxuyanî, Nikki Haley, Behram Kasimî, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de