18:39 26 Gulan 2018
Hêzen Ewlekariyê yên Îranê

7 leşkerên Îranê di pevçûnan de hatin kuştin

© AFP 2018 / Hossein MERSADI / FARS NEWS
Îran
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku 7 leşkerên Supaya Pasdaran ên Îranê li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatin kuştin.

Li gorî nûçeya malpera înternet a Saziya Radya û Televîzyon a Dewleta Îranê, 5 leşkerên ji Tuxaya Zeynebiyyun û 2 leşkerên ji Tuxaya Fatimiyyun ku li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatibûn kuştin, li bajarê Kumê piştî merasîma cenaze hatin binaxkirin.

Tuxaya Fatimuyyun ji afganiyên ku koçî Îranê kirine hatiye damezrandin û Tuxaya Zeynebiyyun jî ji leşkerên pakistanî hatiye damezrandin. Supaya Pasdaran ên Îranê van milîsan li Sûriyeyê di şer grûb û komên tundrev de li eniyên pêş dide şerkirin.

Li gorî reqemen ne fermî, heta niha zêdetirî 2 hezar û 400 leşkerên Îranî ku di nav de general û leşkerên paye bilind jî hebûn li Sûriyeyê di şerê navxweyî de hatin kuştin.

Bi heman mijarî:

Îranê dîsa bangî Amerîkayê kir: Ji herêmê derkeve
Serokomarê Îranê ji bo Qudsê bang li welatên Misilman kir
3 leşkerên Îranê di pevçûnan de hatin kuştin
Li Îranê erdhejeke din a bi hêz qewimî
Dadgeha Îranê cezaya lêdana 50 qamçî li keçeke kurd birî
Etîketan:
7 leşkerên Îranê li hatin kuştin, Sûriye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de