Welayetî di axaftina xwe ya çapemeniya Îranê de got: "Divê Amerîka ji herêmê derkeve, ji bo wan xweş be jî ne xweş be jî. Ti sedemek ji bo hebûna Amerîkayê ya li vê herêmê tine ye, ev herêm ya xelkê vê derê ye. Amerîka dixwaze bi rêya hêzê, xwe li herêmê bisepîne û hewla wê yekê jî dide ku pirsgirêk û bêserûberiya li Iraq û Sûriyeyê çê bikin bi taybetî jî li Reqqayê."
Şêwirmendê Ayetullah Xemaney ragihandiye ku hikûmet û xelkê Sûriyeyê û alîkarên wan, li Sûriyê amerîkiyan ji herêmên ku kontrol kirine derdixin. Îran li Iraq û Sûriyeyê heye û roleke şêwirmendiyê jî dibîne, lê ev yek li ser daxwaza hikûmetên wan welatan e."
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)