15:22 21 Çile 2018
Zindî
    Quds

    Serokomarê Îranê ji bo Qudsê bang li welatên Misilman kir

    © REUTERS/ Baz Ratner
    Îran
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li teşkilata hevkariya Îslamî ya ku li Stenbolê hat li darxistin axivî û anî ziman ku lazim e alema Îslamê pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi diyalogê çareser bikin. Rûhanî li hember Îsralê banga hevgirtinê kir.

    Rûhanî herwiha anî ziman ku Amerîka tu car navberçiyek dirust nebû û her tim li heremên ku krîz tê de hene tovên aloziyê diavêjin.

    Rûhanî got: "Em wek Îran amade ne ku bi hemû welatên Misilman re hevkariyê bikin. Bi vê awayê em amade ne ku Qudsê biparêzin. Di vê meselê de tu teredutek an jî pêşşertek me tune ye."

    Rûhanî axaftina xwe ya Teşkilata Hevkariya İslamî wiha domand: "Li herêmê, hinek welat bi awayek hevpeyman bi Amerîka re tevdigerin. Dixwazin ku çarenûsa Filistînê li gorî daxwaziyên xwe diyar bikin. Eger ku ev daxwaziya wan bi ser bikeve wê Îsraila Siyonîst, Filistînê dagir bike. Îsrail tovê terorîzmê li rojhilata navîn reşand. Ji destpêka sedsala dawî heya îro em vê dibînin."

    ‘AMERÎKA TU CAR NAVBERÇIYEK DIRUST NEBÛ'

    Rûhanî li ser rola Amerîka sekinî û got: "Mixabin bi salan e wek hekemek Amerîka hat dîtin û hertim di vê mesele de wek navberçiyek dîsa li bal Amerîka vegeriyan. Lê halbûkê Amerîka tu car bi vê rolê tevnegreriya. Di mesela Filistînê de rolek erînî bi cih neanî. Em dibînin ku Amerîka bes li pey bidestxistina menfaeta xwe ye û tu car daxwazên Filîstiniyan nabîne."

    Bi heman mijarî:

    Melayê kurd: Ji bo min Diyarbekir ji Qudsê pîroztir e
    Rêxistina Hevkariya Îslamî îro ji bo Qudsê li Stenbolê dicive
    ‘Dinya jî xera bibe, filîstînî Qudsê berdin jî Tirkiye bernade’
    ‘Dibe meseleya Qudsê bibe sedema şerê Cîhanê yê sêyem'
    Pûtîn: Biryara Qudsê ya Trump, dibe ku bibe sedema pevçûnan
    Etîketan:
    hevkarî, bang, Hesen Rûhanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de