15:16 21 Çile 2018
Zindî
    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û serkeftina hilbijartina 2017an

    Rûhanî: Meseleya Filistînê meseleya misilmanan a ewilîne

    © REUTERS/ President.ir/Handout
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku Quds aîdê hemû misilmanane û dê bibe payitexta Filîstinê û herwiha dê tu carî ji vê yekê dest neyê berdan.

    Hesen Rûhanî ji bo civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamê ku dê li Stenbolê sibe were li darxistin, berî bide rê li Tehranê daxuyanî da çapemeniyê û got: "Di lûtkeya li Stenbolê de, em ê ji hemû alema Îslamê re û ji hemû cîhanê re bibêjin ku meseleya Qudsê ya hemû alema Îslamê yê û Quds jî aîdê hemû misilmanane. Rûhanî destnîşan kir ku: "Îro em ê hemû cîhana Îslamê di nava yekîtî û yekrêziyê de wekî dengekî tenê, em ê li hember biryara xelet ya Amerîkayê têbikoş in û em ê bibêjin ku ev biryara Amerîkayê nayê sepandin.

    Rûhanî derbarê biryara Amerîkayê de aşkere kir ku: "Amerîka vê biryara xwe bisepîne dê herêm bi bobelatekê re rû bi rû bimîne. Amerîka di nava salan de bi terorîzma ku li serê herêmê kire bela, meseleya Filistînê veguherand meseleya duyemîn û Amerîka fikirî ku meseleya Filistînê hatiye ji bîr kirin. Tekane aliyê baş yê vê bûyerê ewe ku hemû dewletên cîhana Îslamê, qêriyane ku Filistîn meseleya ewilîn ya cîhana Îslamê ye.

    ‘PEYAMA ME EW E KU MIJARA FILISTÎNÊ BIBE MESELEYA EWIL A MISILMANAN'

    Rûhanî daxuya kirin ku peyama wan ji bo Filistînê ew e ku mijara Filistînê bibe meseleya ewilîn a hemû Misilmananan û weha pê de çû: "Divê misilman li hemû platformên navneteweyî bi taybetî li Nteweyên Yekbûyî (NY) vê yekê mehkûm bikin. Em ji miletê Filistînê re piştgiriya xwe teqez dikin û ev piştgirî heya hemû Filistînî vegerin axên xwe û mafên xwe bi dest bixin dê bidome.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûhanî: Li herêmê herî zêde mafê aliyên li dijî terorê şer kiriye heye
    Rûhanî: Wê êrişkar poşman bibin
    Hesen Rûhanî çû serdana Belûcistanê
    Bi hezaran çalakvanên Kurd û Îranî ji Rûhanî re name şand
    Daxuyaniya Pûtîn, Rûhanî û Erdogan wekî belgeya fermî ya KENYê hat weşandin
    Dijberiya Sûriyeyê derbarê civîna Pûtîn Erdogan û Rûhanî de daxuyanî da
    Etîketan:
    mesele, Filistîn, peyam, Hesen Rûhanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de