15:05 22 Çile 2018
Zindî
    Alaya Îranê

    Dadgeha Îranê cezaya lêdana 50 qamçî li keçeke kurd birî

    © AFP 2018/ ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 01

    Dadgeheke li bajarê Seqiz ê Kurdistana Îranê keçeke xwendekara kurd bi lêdana 50 qamçî ceza kir.

    Li gorî agahiyên malpera Hengawê Dadgeheke li bajarê Seqiz ê Kurdistana Îranê keçeke xwendekara kurd bi hinceta, ku beşdarî şahiyên ji bo referandûma Herêma Kurdistanê bûye, bi lêdana 50 qamçî ceza kir.

    Wê malpera mafên mirovan ragihand ku keça kurd a bi navê Zemane Zêwiye, ku li Zanîngeha Peyamnûr a Seqizê xwendekara beşa hiqûqê ye, ji aliyê dadgehê ve bi hinceta "li dijî asayişa neteweyî hewl daye û beşdarî çalaki û civînên neyasayî û têkbirina aramiya giştî bûye" rastî cezayê hat.

    Hat diyarkirin ku xwendekara kurd cezaya bi lêdana 50 qamçî û bi tezmînata milyonek û 700 hezar tumen (nêzikî 500 dolarî) hat cezakirin. Li gorî biryarê ew keça kurd wê li ber çavê xelkê were qamçîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Johnson li Îranê bi Zerîf re civiya
    Quds û pêşbazîya Tirkiye û Îranê
    Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê li Îranê ye
    Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson serdana Îranê dike
    NATO: Em ji destdirêjiya Îranê ya nava Iraqê aciz in
    Caferî: Pasdarên Îranê plana rakirina hejariyê li deverên sînorî dike
    Etîketan:
    ceza, Dadgeha Îranê, Xendekara kurd, Zemane Zêwiye, Seqiz, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de