10:07 24 Çile 2018
Zindî
    Hesen Rûhanî

    Rûhanî ji bo kê got ez destê wan qahremanan maçî dikim?

    © REUTERS/ President.ir
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Îranê Hesên Rûhanî pêşniyara budçeya hikûmetê pêşkêşî meclisê kir û derbarê pêşveçûnên herêmê de daxuyaniyên girîng dan.

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di axaftina xwe ya parlamentoyê de got: "Di salên dawî de me ewlehî û aramî li herêmê saz kir. Me hêzên kûrewî xeyalşikestî kirin û li Iraq û Sûriyeyê rewşeke aram ava kir. Ez destê hêzên berxwedêr ên qehreman maçî dikim û înşaellah dê ji nêzîk ve li Yemenê jî ev serkeftin were bidestxistin. Ez nabêjim ewlehî ji sedî sed hatiye sazkirin, lê bingeha terorîzmê perçe perçe bû."

    Hesen Rûhanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ti pirsgirêk di navbera me û cîranê me Erebîstana Siûdî de tuneye, lê ji bo pêwendiyên me baş bibin divê 2 tişt werin kirin. Em dixwazin Siûdî têkiliyên xwe ji rejima sîyonîst bibire û êrişên hewayî yên li dijî Yemenê bide rawestandin. Eger van herdu şertan bi cih bîne em ê têkiliyên xwe bi wan re baş bikin. Em dibejin bila Siûdî serbixwe bibe û vegere meseleyênn xwe yên herêmî. Siûdî van herdu şertan pêk bîne em dikarin têkiliyên xwe bi wan re xweş bikin, lê divê pêşî Siûdî vê bide destpêkirin."

    Bi heman mijarî:

    Rûhanî: Li herêmê herî zêde mafê aliyên li dijî terorê şer kiriye heye
    Rûhanî: Wê êrişkar poşman bibin
    Hesen Rûhanî çû serdana Belûcistanê
    Bi hezaran çalakvanên Kurd û Îranî ji Rûhanî re name şand
    Daxuyaniya Pûtîn, Rûhanî û Erdogan wekî belgeya fermî ya KENYê hat weşandin
    Etîketan:
    Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de