23:26 25 Gulan 2018
Polîs - binçavkirin

Helbestvanê kurd Sepahî hat desteserkirin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Îran
Lînkê kurt
Mevlut Oguz
0 51

Hêzên Ewleheiyê yên Îranê roja pêncşemê li bajarê Kelatê Nadir ê nêzîkê Meşhedê helbestvanê kurdê Xorasanê Elî Reza Sepahî (Layîn) desteser kir.

Nivîskar, helbestvan û akademisyen Selîm Temo ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku Hêzên Ewlehiyê yên Îranê roja pêncşemê saet 13:00an Kelatê Nadir ê nêzîkê Meşhedê helbestvanê kurdê Xorasanê Elî Reza Sepahî (Layîn) desteser kiriye ku ji vê sibehê de jî hîn parêzerên wî li bendî bersivekê ne.

Temoyî diyar kir ku hîn parêzerên wî hî ti agahî bi dest nexistine û wiha got: Wisa xuya dike ku berdana wî dê gelekî dirêj bike."

Ji aliyê din ve, Temo balê dikişîne ser tenduristiya wî û wiha dibêje: Nexweşiya wî ya şekerê heye, rewşa tenduristiya wî ne baş e.

ELÎ REZA SEPAHÎ KÎ YE?

Temo di bloga xwe de wî wiha dide nasîn:

Elî Reza Sepahî rojnameger, berhevkar û helbestvan e. Di hin helbestên xwe de bernavkê Kawa Zêdî bi kar tîne. Li gundê Sendîfal ku girêdayî Layînê (bakurê Meşhedê) ye hate dinê (1971). Di sala 1994an de li ser Radyoya Xoresanê dest bi bernama "Helbest û Gotin" kir ku yekem bernameya helbesta Kurdî ye li Xoresanê. Beşa Fîlologya Frensî li Zanîngeha Meşhedê kuta kir (1995). Piştî mastera xwe li heman beşê bire serî, dest bi mamostetiya Frensî kir. Lê ji ber xebatên wî yên Kurdî ji zanîngehê hate avêtin û demeke dirêj di hepsê de ma. Polêsên Îranê her li pey wî ne. Di mala xwe, bajarê xwe û herêma xwe de weke yekê desteserkirî dijî. Gellek caran hatiye girtin. Lê çok danayne û rûmeta hebûn û dilê xwe diparêze.

Bi heman mijarî:

WERGER JI WÊJEYA CÎHANÊ - Lê dayê, bê lê da û simbilê me şikênand...
Li Zanîngeha Sineyê pirtûka dîroka wêjeya Kurdî hat weşandin
'Wêjeya kirmanckî bi Seyda Ehmedê Xasî dest pê kir'
Rûsyayê xelata wêjeyê da Orhan Pamuk
Etîketan:
Selîm Temo, Elî Reza Sepahî, Xorasan, Meşhed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de