10:37 23 Çile 2018
Zindî
    Ala Îranê - Tehran

    Tehran: Em ê hêzên amerîkî ji Reqqayê derxînin

    © Sputnik/ Sergey Mamontov
    Îran
    Lînkê kurt
    0 01

    Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Ekber Welayetî di axaftina xwe de ragihand ku bê çawa me Amerîka ji Ebû Kemalê deranî em ê ji herêma Reqqayê jî derxînin.

    Elî Ekber Wîlayetî di axaftina xwe ya li konferansekê Tehranê de got: "Çi şîe û çi jî sunî, Îran piştgirî dide grûbên cuda yên îslamî. Eger heta niha di vê mijarê de me serkeftin tomar kiribe, ew jî bi saya piştgiriya rêberê mezin ê şoreşa îslamî ya Îranê Xamaneyî û sazûmankarê Komara Îslamî Xumeynî bûye."

    Wîleyatî di berdewamiya axaftina xwe de got: "DAIŞ ji aliyê rojava ve ji bo reşkirina sîmaya îslamê hatiye avakirin. Yek ji armanca avakirina DAIŞê lêdana Iraqê bû. Yek ji rêberê DAIŞê Zerqawî gotibû, divê navenda bîrûbaweriya Îranê, wate Necefê ji holê rakin."

    Şêwirmendê Ayetullah Elî Xemaney di dirêjiya axaftina xwe de got: "Amerîka dixwaze li Reqqayê 12 baregahên leşkerî ava bike 3u 10 hezar leşkerên xwe li herêmê bicîh bike. Amerîka û welatên parêzvanên siyonîstan divê vê yekê bizanin ku dê ji Reqqayê jî werin derxistin. Xeyala wan ew bû ku li Ebû Kemal bimînin lê pêk nehat. Wan dixwest bi mayîna li Ebû Kemalê peywendiya Tehran, Şam, Beyrût û Bexdayê qut bikin lê em nahêlin bi vê dile xwe xweş bikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Welayetî: "Hêviyên rayedarên tirk a nimêja Camiya Emewî bi cih nayên"
    Ji Welayetî bo Yildirim: "Em kêfxweş dibin"
    Prensê Siûdî Xemaney şibande Hîtler
    Îranê jî bi fermana Xemaney çend general ji wezîfê dûr xistin
    Xemaney: Hevkariya Rûsya û Îranê wê Amerîka dorpêç bike
    Etîketan:
    Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê, Elî Ekber Welayetî, Sûriye, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de