18:41 27 Gulan 2018
erdhej - îran

Hejmara dawî ya miriyên erdheja Kirmaşanê eşkere bû

© REUTERS / Tasnim
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Hikûmeta Îranê hejmara dawî ya miriyên erdheja parêzgeha Kirmaşanê eşkere kir. Li gorî daneyên fermî heta niha 521 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Saziya Tendirustî ya Kirmaşanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama erdheja şeva 12 Mijdara îsal ku li Herêma Kurdistanê û li Îranê pêk hat de heta niha li parêzgeha Kirmaşanê 521 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daneyên Saziya Tendirustî ya Kirmaşanê, herî zêde li bajarê Serpêla Zehaw mirin çêbûne ku hejmara wan 460 kes in.

Lê çavkaniyên ne fermî dibêjin, hejmara miriyên erdheja Kirmaşanê gelekî ji amarên fermî zêdetir in. Di encama erdhejê de zêdetirî 12 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

Bi heman mijarî:

Li bajarê Kirman ê Îranê dîsa erdhej pek hat
Li Îlamê erdhej çêbû: Germiyan, Helebçe, Hewraman û Şarezor hejiyan
Gava erdhej çêbû, Viyan Dexîla zindî diaxivî çi kir?
Bi dijwariya 8an erdhej pek hat: Banga tsunamiyê hat kirin
Li Egeyê erdhej pêk hat
Li Bodrumê bi dijwariya 4.9ê erdhej
Etîketan:
Saziya Tendirustî ya Kirmaşanê, Kirmaşan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de