22:29 17 Kanûn 2017
Zindî
    Behram Qasimî

    Îranê bersiv da Prensê Siûdî ku Xamaney şibandibû 'Hîtler'

    © REUTERS/ ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî li ser gotinên, Prensê Welîehd ê Erebîstana Siûdî Muhammed bin Selman ku Serokê Olî yê Îranê Alî Xamaney şibandibû Hitler, daxuyanî da.

    Qasimî got, "Li dinyayê ti kes Prensê Siûdî cidî nagire. Di rêya dîktarorên xwedî navên xerab ên herêmê de diçe û bila aqûbeta wan a li pêşiya xwe hesab bike."

    Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Selman wekî kesekî ‘nebalix, kêmaqil û arzan' bi nav kir û da xuyakirin ku ‘ti îtibara wî' nîne.

    Prensê Şûngir ê Siûdî Muhammed bin Selman di hevpeyvîna rojnameya New York Timesê de gotibû, "Serokê olî yê Îranê Hîtlerê nû yê Rojhilata Navîn e. Lê em ji Ewropayê fêr bûne ku polîtîkayên Hîtler bi kêra tiştekî nayên. Em naxwazin Hîtlerê nû yê Îranê, bandora Hîtlerê ku li Ewropayê kiriye li Rojhilata Navîn bike."

    Bi heman mijarî:

    Li Dîlokê 16 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
    Li metroya Londonê dengê teqînan: îstasyon hate valakirin
    Li Sûriyeyê ‘pireke nepen a tankan' hate bikaranîn
    TEV-DEM: Tirkiye û Îranê li ser dijmanitaya Kurdan li hev kirine
    Walîtiya Edirneyê birina Demirtaş a dadgehê red kir
    Etîketan:
    Siûdî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de