17:11 25 Nîsan 2018
    Erdheja li Îranê

    Îranê hejmara dawî ya miriyên erdhejê eşkere kir

    © AP Photo / Vahid Salemi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çend roj berê bi dijwariya 7.3 erdhejek li Herêma Kurdistanê pêk hatibû. Erdhejê ji xeyrî Kurdistanê zêdetir bandor li bajarê Kirmaşan ê Îranê û dewr û berê wê kiribû.

    Erdhej
    © REUTERS / Guillermo Granja
    Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Îranê hejmara qurbaniyên erdhejê yên Îranê eşkere kir. Li gorî saziyê heta niha 444 kes li Serpêla Xehaw û gundên derdora bajarê Kirmaşanê jiyana xwe ji dest dane.

    Ji aliyê din ve çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku amarên qurbaniyan ji vê hejmarê gelek zêdetir e û piraniya welatiyên ku canê xwe ji dest dane, bêyî ku navên wan were tomarkirin, ji aliyê xizmên wan ve hatine definkirin.

    Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî Endamê Serkirdayetî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Rostem Cihangirî di axaftina xwe ya Spûtnîkê de ji bo hejmara qurbaniyên gotibû ‘hejmar pir zêde, lê rejima Îranê vê hejmarê vedişêre.'

    Bi heman mijarî:

    Ayetullah Xamaney ji bo erdhejê çû serdana Kirmaşanê
    Jinên kurd ên Îranê behsa rewşa xwe ya piştî erdhejê dikin
    Erdhejê 17 milyon dolar zirar da bendava Derbendîxanê
    Bangewazîyên alîkariya mexdurên erdhejê didomin
    Heta niha ti alîkariya Iraqê negihiştiyê herêma erdhejê
    Nêçîrvan Barzanî: Me ji bo ziyanên erdhejê budçe veqatand
    Etîketan:
    Erdheja Îranê, Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de