17:48 18 Kanûn 2017
Zindî
    Piştgirên DAIŞê yên li Libyayê

    'Ger DAIŞ îro li Hewlêrê bûya rewş dê çawa bûya?'

    © AP Photo/ Muhammed Hannon
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemhanî diyar kir ku ger ne piştgiriya welatên Rojavayî buya, DAIŞ wê zûtir bihata têkşikandin û got, "Rûsyayê li herêmê roleke erênî lîst û hêza wê ya hewayî bi bandor e."

    Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemhanî ji bo televîzyoneke Îranî axivî û diyar kir ku di sala 2011an de li herêmê fikra ku digot Şam wê din ava mehekê de têk biçe serdest bû.

    Şemhanî wisa berdewam kir: "Bifikirin ku rêxistina terorê ya DAIŞê gihîştiye armanca xwe. Di vê rewşê de rewşa herêmê dê çawa bûya? Ger ku îro ev rêxistina terorê li Hewlêr, Bêyrût, Şam û Bexdayê bûya, halê mislimanan dê çawa bûya?"

    Elî Şemhanî anî ziman ku Îran li ser daxwaza dewletên li herêmê çûye Iraq û Îranê û got, "Ger ne piştgiriya welatên Rojavayî bûya, ev rêxistin dê di demeke zûtir de biqediya."

    Şemhanî herwisa bal kişand ser rola Rûsyayê ya di şerê li dijî DAIŞê de û anî ziman ku li herêmê roleke erênî ya Rûsyayê heye û hêza hewayî ya wî welatî bi bandor e.

    Bi heman mijarî:

    ‘900 endamên DAIŞê yên vegeriyan Tirkiyeyê çûn ku?'
    DAIŞê êrişî milîsan kir: 8 kuştî
    Jinên êzîdî li bazarên koleyan yên DAIŞê tên firotin
    Bexda li xwe mikur hat: Haya me ji çalekiyên DAIŞê heye
    Milîtanên DAIŞê yên ku hewl didan têkevine Ebû Kemalê hatine berteref kirin
    Etîketan:
    DAIŞ, Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, Elî Şemhanî, Hewlêr, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de