17:42 18 Kanûn 2017
Zindî
    Santrala Nukleerî ya Buşehrê li Îranê

    Tehran: Mossadê hewl daye bernameya navokî ya Îranê têk bibe

    © AP Photo/
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serdozgerê Tehranê Ebas Caferî Dewletabadî ragihand ku bi dehan ajanên Mossadê (Saziya Îstixbarata Îsaraîlê) bi sedema ku agahiyên pisporên Bernameya Nukleerî ya Îranê gihandine îstixbarata Îsaraîlê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve bi cezayê îdamê hatine sizadan.

    Serdozgerê Tehranê da xuyakirin, bi tevahî 30 fermandar û zanyar bi zêdetirî 8 ajanên Mossadê re hatine ba hev û bi bedêla pere û rûniştina li Swêdê zanyarî distandin.

    'ÎSRAÎL HEWIL DIDE BI KUŞTINA FIZÎKZANAN BERNAMEYA NAVOKÎ YA ÎRANÊ TÊK BIDE'

    Pisporê Siyasetê yê Rojhilata Navîn û Edîtorê rojnameya Îran Pressê Emad Abşenas got, Îsraîl bi rêya îstixbaratê û kuştina fizîkzanan hewil dide bernameya navokî ya Îranê têk bide û çi ji destê wan tê dikin.

    Abşenas bal kişand ser ku ligel peymana nukleerî jî Îran ji teknolojiyên nukleerî dûr nemaye û da zanîn, "Ew (Îran) Îsraîl jî di nav de, bi hinek welatan re di nav şerekî îstixbaratî de ne. Saziyên îstixbarata Îranê helbet kesên ji bo îsraîlê karê îstixbaratê dikin dişopînin. Mixabin niha gelek kesên li welatê me li ser navê Îsraîlê karê îstixbaratê dikin hene."

    MESAMED: ÎSRAÎLÊ KUŞTINA PISPORAN NE RED KIRIYE, NE JÎ PIŞTRAST KIRIYE

    Profesorê Zanîngeha Qûds Îbranî Kudüs Vladimir Mesamed li ser mijarê ji Spûtnîkê re axivî û got, "Îsraîlê kuştina pisporên di karê enerjiya nukleerî de dixebitin, ne red kiriye, ne jî piştrast kiriye. Nerast e ku mirov bibêje, Îsraîlê ew kes ji holê rakirine. Her çiqas medyayê 8-10 salan kuştina wan bi Îsraîlê ve girê dabe jî em nikarin bibêjin ku ew kes ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin, dibe ku hinek ew kuştine, lê Îsraîlê ti caran di vê mijarê de daxuyaniyek nedaye."

    'JI BER KU ÎSRAÎL BI TERORÊ RE MIJULIYÊ DIKE, ÇI JI DESTÊ WÊ WERE DÊ BIKE'

    Pisporekî din ê Rojhilata Navîn Doktor Barhanî jî da xuyakirin, ji ber ku Îsraîl bi terorê re mijuliyê dike û armancên pêşdeçûna vê rejîmê (îran) li herêmê hene, dê Îsraîl teror û kujerî jî di nav de ji hin tawanan dûr nesekine.

     

    Bi heman mijarî:

    Brett McGurk û Berhem Salih li Hewlêrê civiyan
    'Rûsya, li Sûriyeyê divê baweriya xwe ne bi Amerîkayê bi Tirkiye û Îranê bîne'
    Li Brîtanyayê balafirek û helîkopterek li hewayê li hev qelibîn
    Tu-22yên rûsî sengerên DAIŞê yên li Ebû Kemalê bombebaran kirin
    Şêraniya kurdî ya li Ruhayê tê çêkirin bi awayekî fermî hat tomarkirin
    Mişkên felçbûyî bi saya binşaneyên mirovan meşiyan
    HDPê bersiv da gotinên Erdogan ku gotibû terorîst 15 zarok tînin
    Besam Mistefa : ‘Ez hewl didim ku ruhê berhema esasî bigihînim xwîneran
    Etîketan:
    Îran, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de