05:29 22 Nîsan 2018
    Erdheja li Îranê

    PDKÎ: Hejmara miriyên ku Îran radigihîne ne rast e û karesat hê mezintir e

    © AP Photo / Vahid Salemi
    Îran
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 10

    Endamê Polîtbûroya Serkirdayetî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Rostem Cihangirî agahiyên dawî yên derheqê erdhejê de ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî. Li gorî Cihangirî hejmara miriyên erdhejê pir zêde û karesat mezintir e.

    Endamê Polîtbûroya Serkirdayetî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Rostem Cihangirî ji bo erdheja bi dijwariya 7.3 ku li Kurdistanê qewimî û bandoreke mezin li herêma Kirmaşanê kir ji Spûtnîkê re got: "Li gorî agahiyên ber destê me, rejima Îranê hejmara miriyên erdhejê vedişêre. Gelek herêm hene ku hê ti mudaxele lê nehatiye kirin û alîkarî ji wan re neçûye.Hejmar pir zêde û karesat hê mezintir e."

    ‘XELKÊ HERÊMÊ BI ÎMKANÊN XWE KESÊN BIN AXÊ DERDIXIN'

    Rostem Cihangirî di axaftina xwe de got: "Li gorî agahiyên ku me ji rêxistinên xwe, çalekvanên serbixwe, ciwan û aktîvîstên azad wergirtine piraniya agahiyên Îranê yên derheqê kareseta erdhejê nerast derdixîne. Bi sedan gund û bajarokên herêma Kirmaşanê wêran bûne. Di erdhejê de bi hezaran avahî bi temamî hilweşiyane. Gelek cih hene ku heta niha hêzên dewleta Îranê neçûne wir, xelkê herêmê bi îmkanên avahiyan bedil dikin û kesên bin axê derdixînin."

    ‘HEJMARA MIRIYAN BI HEZARAN E'

    Cihangirî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wekî mînak bêjim, çalekvanekî ku derkete televîzyona fermî ya Îranê got ‘ min bi destê xwe 27 kes ji xaniyên kawilbûyî deranîn û spartin, bêyî ku qeydiyan wan li ti cihî bikim.' Dîsa pîlotekî îranî ku li ser herêma erdhejê digere dibêje ‘ karesata ku qewiye pir mezin e, bi sedan cih hene ku qet mudaxele lê nehatiye kirin.' ‘Îranê hejmara miriyên erdejê bi sedan nîşan dide, lê li gorî agahiyên me û çalakvanên herêmê hejmara miriyan bi hezaran e. Dewletê hetanî du roj berê digot ‘100-200 kes mirine.' Îran naxwaze hejmara miriyan eşkere bike ji bo ku reqem pir mezin e."

    ‘ÎRAN NAHÊLE ALÎKARÎ BIGIHÎNE HEMWELATIYAN'

    Nûnerê PDKÎyê di dirêjiya axaftina xwe rexne li rejima Tehranê kir û got: "Hêzên rejimê astengiyê ji bo xelkê herêmê ku dixwazin alîkariyê bikin derdixîne. Heta astengiyan ji bo dewletên biyanî ku dixwazin alîkariyê bişînin jî derdixînin. Ez dikarim bêjim ku ragihandinên azad û serbixwe jî asteng dike û nahêle agahiyên rast werin belavkirin. Naxwaze dinya bi wê karesata erdhejê bihise. Ji bo ku gundên wir gundên feqirtirîn û hejartirîn ê herêmê ne. Îran dixwaze feqirî û hejariyê ji dinyayê veşêre."

    ‘AVAHIYÊN KU DEWLETÊ ÇÊKIRIBÛN DI ERDHEJÊ DE WÊRAN BÛN'

    Siyasetmedarê kurd Cihangirî di dawiya axaftina xwe de ji bo avahiyên ku dewleta Îranê çêkiribûn û piraniya wan di erdhejê de hilweşiyan got: "Avahiyên li navçeya Qesrî Şêrîn ku di serdema serokomariya hikûmeta Mehmûd Ehmedînecad de bi sîstema apartmanî hatibûn çêkirin û piraniya avahiyan di erdhejê de hilweşiyan."

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistana Îranê ji bo Kirmaşanê kampanyaya 'Çavê welêt li me ye' dest pê kir
    Welîehdekî ereb ji bo erdheja Kirmaşanê 100 milyor dolar alîkarî kir
    Zarokekî çakêtê xwe ji bo Kirmaşanê bexişand
    Werzîşvanê kurd xelata xwe ya zêrîn ji bo mexdûrên erdheja Kirmaşanê difiroşe
    Wêneyen erdhejê ji Kirmaşanê
    Etîketan:
    Erdheja Îranê, PDKÎ, Rostem Cihangirî, Kirmaşan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de