15:00 20 Gulan 2018
    erdheja li Kirmaşanê

    Jinên kurd ên Îranê behsa rewşa xwe ya piştî erdhejê dikin

    © AP Photo / Vahid Salemi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gundekî bi ser parêzgeha Kirmaşan a ku erdhejeke bi pileya 7.3yan lê qewimî, komek jinên kurd ên wî gundî diyar dikin ku heta niha ji aliye dewletê ve çadirekî jî wekî alîkariyê ji wan re nehatiye.

    Li gorî dîmenên li ser medyaya civakî belav bûn, jinên kurd ên gundê Kohî Hesen (Çiyayê Hesen) ê bi ser parêzgeha Kirmaşan a Îranê ve, ku di 12ê mijdarê de erdhejeke bi pileya 7.3yan lê rûdabû, radigihînin ku heta niha ji aliyê dewleta Îranê ve hîç alîkarî nehatiye dayîn û heta çadirek jî ji bo wan nehatiye şandin.

    Wan jinên kurd di axaftina xwe de ev tişt gotin, "Ew dewletê wisa bi rêve dibin? Ka alîakriya dewletê li ku dere digihêje me? Ji bo tene çadirek jî neşandiye. Zarok di sir û seqemê de radizên. 8 jin di bin kavilan de mane. Destûrê bidin bila alîkariya navdewletî bigihêje me. Heta niha ji dewletê ne alîkariya pereyên neqdî ne jî alîkariyeke din gihîştiye me. Her çi alîkarî hatiye, tenê ji mirovan gihîştiye me. Ev dewlet bi kêrî çi tê? Ev dewlet li ku ye? Ev çawa mislimantî ye?"

     

    Bi heman mijarî:

    Erdhejê 17 milyon dolar zirar da bendava Derbendîxanê
    Bangewazîyên alîkariya mexdurên erdhejê didomin
    Heta niha ti alîkariya Iraqê negihiştiyê herêma erdhejê
    Nêçîrvan Barzanî: Me ji bo ziyanên erdhejê budçe veqatand
    Welîehdekî ereb ji bo erdheja Kirmaşanê 100 milyor dolar alîkarî kir
    Werzîşvanê kurd xelata xwe ya zêrîn ji bo mexdûrên erdheja Kirmaşanê difiroşe
    Etîketan:
    rewş, erdhej, alîkarî, Kirmaşan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de