19:23 20 Nîsan 2018
    erdheja li Kirmaşanê

    Li Kurdistana Îranê ji bo Kirmaşanê kampanyaya 'Çavê welêt li me ye' dest pê kir

    © AP Photo / Vahid Salemi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 10

    Li bajarê Merîwan a Kurdistana Îranê ji bo erdheja li Kirmaşanê kampanyayeke bi navê ‘Çavê welêt li me ye' hat destpêkirin.

    Hat ragihandin ku li bajarê Merîwan ê bi ser Kurdistana Îranê ve saziyên sivîl ên kurdan û rêxistinên kurd ên li Îranê ji bo alîkariya edheja li Kirmaşanê bi navê ‘Çavê welêt li me ye' kampanyayek dan destpêkirin. Li ser medyaya civakî jî ji bo heman kampanyayê piştgirî hat dayîn. Herwisa li bajarên kurd ên wekî Ûrmiye, Pîranşar, Sine, Senedec û Bokanê jî kampanyaya alîkariyê berdewam dike.

    Ji bo kampanyayê gelek kes bi dildarî dixebitin û alîkariyên kom dikin li mexdûrên erdhejê parve dikin.

    Li gel vê yeke Belûciyên li eyaleta Belûcistan a Îranê û Erebên li eyaleta Xûzistan a Îranê jî ji bo Kirmaşanê dest bi alîkariyê kir û piştgiriya xwe ji bo kurdên Kirmaşanê ragihand.

    Bi heman mijarî:

    Erdhejê 17 milyon dolar zirar da bendava Derbendîxanê
    Bangewazîyên alîkariya mexdurên erdhejê didomin
    Heta niha ti alîkariya Iraqê negihiştiyê herêma erdhejê
    Nêçîrvan Barzanî: Me ji bo ziyanên erdhejê budçe veqatand
    Hejmara mirî û birîndarên erdhejê her ku diçe zêdetir dibe
    Etîketan:
    welat, kampanya, alîkarî, Merîwan, Kirmaşan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de