04:19 16 Kanûn 2017
Zindî
    Erdheja Kirmaşanê

    Şehram Nazerî û Koma Kamkaran ji bo piştevaniyê konserekê didin

    © AP Photo/ Vahid Salemi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hunermendê kurd ê navdar Şehram Nazerî û koma muzîkê ya kurdî Kamkaran ji bo piştevaniya mexdûrên erdheja Kirmaşanê li bajarê Tehranê konserekê li dar dixin.

    Li gorî agahiyên ajansên Îranê Hunermendê kurd ê navdar Şehram Nazerî û koma muzîkê ya kurdî Kamkaran ji bo piştevaniya mexdûrên erdheja Kirmaşanê dê di 20ê Mijdara 2017an de li bajarê Tehran ê paytexta Îranê konserekê li dar bixin.

    Şehram Nazerî di axaftina xwe ya di derbarê konserê de got, "Em nikarin hemû kêşeyan çareser bikin lê em dikarin beşeke kêşeyan çareser bikin. Ez hêvî dikim ku kesên berpirs û hunermend dê di rojê de çi ji dest wan tên, texsîr nekin."

    Nazerî anî ziman ku çi destê wî were ew dê bike û got, em dê li gel Koma Kamkaran di 20ê Mijdara 2017an de li Salona Wezareta Navxweyî ya Îranê konserekê ji bo piştevaniya xelkê Kirmaşanê bidin.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî erdheja li Kirmaşanê him di warê werzîşê de him jî di warê hunerê çend kurdên navdar bi awayekî eşkere piştevaniya xwe diyar kirin, ku yek ji wan jî werzîşvanê kurd Kêyanûş Rustemî bû, ku di Olimpiyatên Rio yên sala 2016an de xelata zêrîn girtibû.

    Bi heman mijarî:

    Werzîşvanê kurd xelata xwe ya zêrîn ji bo mexdûrên erdheja Kirmaşanê difiroşe
    Serokwezîrê Kanadayê ji bo erdheja Kurdistan û Îranê peyamek weşand
    DBPê derbarê erdheja li Kurdistanê de daxuyanî da
    Erdhejê 17 milyon dolar zirar da bendava Derbendîxanê
    Heta niha ti alîkariya Iraqê negihiştiyê herêma erdhejê
    Etîketan:
    konser, Hunermendê navdar ê kurd, Koma Kamkaran, Şehram Nazerî, Tehran, Kirmaşan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de