23:08 19 Hezîran 2018
gor - goristan

Xwişka Sadiq Şerefkendî û Hejar Mukriyanî koça dawî kir

© Sputnik / Sertaç Kayar
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Xwişka Sekreterê Giştî yê berê yê PDK-Î Mihemed Sadiq Şerefkendî û helbestvanê navdar ê kurd Ebdurrehman Şerefkendî (Hejar Mukriyanî) duhî koça dawî kir.

Zeyneb Şerefkendî, xwişka Sekreterê Giştî yê berê yê PDK-Î Mihemed Sadiq Şerefkendî û herwisa xwişka helbestvanê navdar ê kurd Ebdurrehman Şerefkendî, ku din ava kurdan de wekî Hejar Mukriyanî tê nasîn, duhî li Mehabadê koça dawî kir.
Hat diyarkirin ku nimêja cenaze û merasîma şînê ya Zeyneb Şerefkendiyê dê li Mizgefta Mewlewî ya bajarê Mehabadê were birêvebirin.

Sekreterê Giştî yê berê yê PDK-Î (Partî Demokratî Kurdistan — Îran) Mihemed Sadiq Şerefkendî di sala 1989an de piştî ku Dr. Ebdurrehman Qasimlo li bajarê Viyana yê paytexta Avusturyayê hat qetilkirin, bû sekretere giştî yê PDK-Îyê. Lê sekreteriya wî jî zede neajot. Ji ber ku Sadiq Şerefkendî jî di 17ê Îlona 1992yan de li gel 3 hevalên xwe li bajarê Berlîn ê Almanyayê di encama sûîqesdeke sixûrên Îranê de hat qetilkirin.

Helbestvanê navdar ê kurd Ebdurrehman Şerefkendî, bi navê xwe meşhur Hejar jî bi dîwana xw ey abi navê ‘Dîwana Helbestan Bo Kurdistanê' navdar e û herwisa wergera dîwana Mem û Zînê ya Ehmed Xanî ji bo soranî wergerandiye û li ser Dîwana Melayê Cizîrî jî şerhek nivisandiye. Hejar wergera Quranê bi kurdî kiriye û pirtûka bijişkî ya Îbnî Sîna ji Erebî wergerandiye ser zimanê Farisî.

Bi heman mijarî:

Mîrza Ebdullah Şerefkendî jiyana xwe ji dest da
Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed
Li Zanîngeha Mehabadê dersa zimanê kurdî destpê dike
PDKa Rojhilat: Di bûyerên Mehabadê de şewitandina hotêlê şaştî bû
ENKS çend çalakiyan jibo Mehabadê dike
Hikûmeta Îranê hejmara birîndarên Mehabadê belav kir
Etîketan:
xwişk, PDK-Î, Hejar Mukriyanî, Sadiq Şerefkendî, Zeyneb Şerefkendî, Mehabad
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de