00:59 22 Hezîran 2018
Alaya Îranê

Rojnameyên Îranê îro manşetên xwe bi kurdî belav kirin

© AFP 2018 / ATTA KENARE
Îran
Lînkê kurt
0 10

Duhî û îro ji bo karesata erdheja li Kirmaşanê gelek rojnameyên Îranî bi zimanê Kurdî manşetên xwe yên sereke belav kirin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Ew rojnameyên ku li tevahiya Îranê weşanê dikin, ji bo armanca derbirîna hevxemiya xwe ya li gel malbatên qurbaniyên erdhejê û pêşkeşkirina sersaxiya xwe manşetên sereke yên rûpela yekem bi zimanê Kurdî belav kirin.
Rojanmeya fermî ya Îranê, ku navê wê Îran e û ayidê serokomariya Îranê ye, di manşeta xwe ya yekem de bi kurdî nivisî: "Îran li xemî Kirmaşan e" (Îran di xemgîniya Kirmaşanê de ye).

Herwisa rojnameya bi navê ‘Qanûn' manşeta xwe ya sereke bi zaravayê kelhûrî yê kurdî "Janî to janî Îran e" (Jana te jana Îranê ye), rojnameya ‘Hembestegî' ya Îranî bi ser navê "Firmêskî Îran" (Hêsirên Îranê), rojnameya ‘Îtimad' jî di rûpela xwe ya yekem de wêneyekî kalekî koçber ê Kirmaşanî parve kir û ev manşet avêt, "Tenya niyed Kirmaşan" (Kirmaşan ne bi tene ye).

Tê zanîn k udi şeva 12ê Mijdarê de li ser sînorê Herêma Kurdistanê û eyaleta Kirmaşan a Îranê erdhejeke bi pileya 7.3yan qewimî û bandoreke mezin li Kirmaşanê kir. Li gorî agahiyên ajansên Îranê hejmara qurbaniyên erdheja Kirmaşanê gihîtşiye 432 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 9388 kesan.

Bi heman mijarî:

Werzîşvanê kurd xelata xwe ya zêrîn ji bo mexdûrên erdheja Kirmaşanê difiroşe
Heta niha ti alîkariya Iraqê negihiştiyê herêma erdhejê
Nêçîrvan Barzanî: Me ji bo ziyanên erdhejê budçe veqatand
Hejmara mirî û birîndarên erdhejê her ku diçe zêdetir dibe
'Asta wêraniya erdhejê ji texmînan pir mezintir e'
Ji Mesud Barzanî peyama karesata erdhejê
Serokomarê Îranê Ruhanî ji bo erdhejê diçe Kirmanşanê
Etîketan:
zimanê kurdî, manşet, Rojanmeyên Îranî, Kirmaşan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de