01:02 22 Hezîran 2018
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)

PJAKê gef li Îranê xwar

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Îran
Lînkê kurt
0 20

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser topbarana hêzên Îranê daxuyaniyek weşand û tê de got, Îran bomberan û topbaranê li ser wan berdewam bike ew dê bersivê bidin.

Navenda Yekîneyên Parastina Rojhilat (YRK) ku baskê leşkerî yê PJAKê ye li ser topbaran û bombebaranên Îranê yên ser navendên PJAKê daxuyanî da.

YRKê di daxuyaniya xwe de got, heke Îran bombebaran û topbaranên xwe berdewam bike ew dê bersiva êrişa wan bidin.

YRKê da xuyakirin ku roja 12ê Mijdarê Îranê bi rêya balafirên bêmirov herêmên çiyayê Asosê bombaran kiriye û ziyan gihandiye rez û baxên gundiyên gundê Gelale yê navçeya Mawetê.

YRKê hişyarî da Îranê ku ger van êrişên xwe dubare bikin ew jî dê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin û bêdengiya xwe bişkînin.

YRKê herwiha da zanîn ku ev cara duyem e çiyayê Asos tê bombarankirin û cara yekem e êrîşeke hevbeş a Tirkiye û Îranê bi ser wan de tê kirin ku ev jî tê wê wateyê ku Îran ligel Tirkiyê li ser êriş û bombarananê rêkeftin kiriye.

Bi heman mijarî:

Rûsyayê wêneyên rastîn ên daxuyaniya ‘Ebû Kemalê’ weşandin
Wê li dibistanên Iraqê Rûsî bê fêrkirin
‘Siûdî fişara karvekêşanê li Serokê Filîstînê kir’
Bi çekan êrîşî dibistanê kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
Ji 15 hezar zanyaran hişyariya felaketê
Li Herêma Kurdistanê Erdhejeke din çêbû
Sê keştiyên balafiran yên Amerîkayê gihan avên nîvgiravê Koreyê
Li Îzmîrê ji 21 kesên binçavkirî 13 kes hatin berdan
Etîketan:
Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de