20:52 25 Hezîran 2018
Parlamentoya Îranê

Parlamenterên kurd ên di parlamentoya Îranê de rexneyên giran li Îranê girtin

© AP Photo / Vahid Salemi
Îran
Lînkê kurt
0 11

Çend parlamenterên kurd ên li Parlamentoya Îranê ji ber kêmdayîna alîkariyan ji bo mexdûrên erdheja Kirmaşanê rexneyên tund li dewleta Îranê girtin.

Li gorî agahiyên ajansa Mehrê ya Îranî hinek parlamenterên kurd ên li Meclîsa Şûra ya Îslamî ya Îranê bi peyamekê rexne li dewleta Îranê girtin, ku ew dewlet hindik alîkariyan dişine mexdûrên erdheja li Kirmaşanê.

Wan parlamenterên kurd di wê peyama xwe de, ku ji bo Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî weşandine, pêşiyê sersaxî ji bo malbatên qurbanî yên erdhejê xwest û di berdewamiya peyamê de gotin, "Rewşa xelkê ku rastî erdhejê hatin ne baş e û divê dewlet tavilê ji parêzgahên derdorê alîkariyê ji Kirmaşan û xelkê mexdûr re bişîne û biçin hawara wan."

Parlamenterên kurd bal kişand ser hilweşandina nexweşxaneya sereke ya li navçeya Serpêlê Zehawê û got, ev yek dide nîşan ku xizmeteke kêm ji bo vê navçeyê hatiye kirin û ji bo vê yekê em daxwaz dikin ku di zûtirîn wextê de budçe ji bo kar û dermanên navçeyê were terxankirin.

Parlamenterên kurd ên li parlamentoya Îranê herwisa dest nîşan kirin ku avahiyên li Îranê gelekî lawaz in û divê ev kêşe demildest were çareserkirin û li gel vê yakê bal kişand ser bêkariya li parêzgeha Kirmaşanê û got, li Îranê parêzgeha ku herî zêde bêkarî lê heye, Kirmaşan e û divê ki bo çareserkirina vê kêşeya bêkariyê jî budçe were terxankirin.

Bi heman mijarî:

Serokwezîrê Kanadayê ji bo erdheja Kurdistan û Îranê peyamek weşand
Li Îranê karkerên kurd ev çend meh in nikarin mûçeyên xwe bistînin
Serokomarê Îranê Ruhanî ji bo erdhejê diçe Kirmanşanê
Îranê dawî li xebatên rizgarkirinê yên erdhejê anî
Li Kurdistana Îranê pêşangeha wêneyên Şingal û Kobanê dest pê kir
Etîketan:
rexne kirin, Parlamenterên kurd ên Îranê, Kirmaşan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de