08:53 25 Mijdar 2017
Zindî
    erdhej - iraq - kurdistan - îran

    Hejmara dawî ya mirî û birîndarên erdhejê

    © REUTERS/ Tasnim
    Îran
    Lînkê kurt
    0 29810

    Hejmara mirî û brîndarên erdheja li Îranê her ku diçe zêdetir dibe. Saziya Pizişkî ya Îranê ragihand ku ji ber erdheja şeva borî ya ku li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Îranê rûda, heta niha 341 kesan jiyana xwe ji dest daye, nêzikî 4 hezar kes jî birîndar bûne.

    Li gorî agahiyên ajansa fermî ya Îranê, IRNAyê Saziya Pizişkî ya Îranê ragihand ku di rewaş dawî ya erdheja ku şeva borî li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Îranê de rûda, li Îranê hejmara kesên di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest daye gihîştiye 341an, hejmara birîndaran jî gihîştiye 4 hezar kesan.

    Li beramberî vê yekê li gorî agahiyên ku peyamnêrê Sputnik Kurdistanê ji jêderkên herêmî wergirtine hejmara qurbaniyan nêzikî 500 kesan, hejmara birîndaran jî nêzikî 5 hezar kesan e.

    16.05 BEŞAR ESAD JI BO ERDHEJÊ PEYAMA SERSAXIYÊ ŞAND

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bo qurbaniyên erdheja li parêzgeha Kirmaşan a Îranê peyameke sersaxiyê ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re şand û hevxemiya xwe peşkeş kir.

    15.45 YE: EM AMADE NE Bİ HER AWAYÎ ALÎKARIYA MEXDÛRÊN ERDHEJÊ BIKIN

    Berpirsa Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Frederica Morgherini ragihand ku ew wekî Yekîtiya Ewropayê amade ne alîkariyê pêşkeşî xelkê rastî erdheja li Îran û Herêma Kurdistanê bikin.

    Li gorî agahiyên malpera fermî ya Yekîtiya Ewropayê, Frederica Morgherini Berpirsa Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku ew wekî YE amade ne ji bo xelkê Îran û Herêma Kurdistanê yê rastî erdhejê hatiye, alîkariyê peşkeş bikin.

    Mogherini di daxuyaniya xwe de hevxemiya xwe ya ji bo qurbaniyên erdhejê anî ziman û got, "Ez ji bo malbatên qurbanî yên erdheja Îran û Iraqê radigihînim û hevparê xema wan in. Ez baş dizanim ku rûberûbûna erdhejeke wisa mezin çiqas dijwar e û radigihînim ku YE amade ye bi her awayî alîkariya xelkê li herêmê bike."

    13.00 PAKê DAXUYANIYEK BELAV KIR Û BANGA ALIKARIYÊ KIR

    Di derbarê rûdana erdheja li Herêma Kurdistanê û Îranê de Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) jî daxuyaniyek belav kir û ev tişt anîn ziman:

    "Erdhej li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde li bajarê Kirmanşahê, li Başûrê Kurdistanê jî li Bajarên Helebçe û Derbendîxanê ziyana canî û madî gihand gelê me. Li Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 330 kesan, li Başûrê Kurdistanê jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Rojhilatê Kurdistanê ji zêdetirî 2600 kes, li Başûrê Kurdistanê jî ji zêdetirî 300 kes birîndar bûne. Xwedê hemû qurbaniyên erdhejê bi rehma xwe şad bike. Cihê wan bihuşt be. Serê malbatên qurbaniyan û yê gelê me sax be. Em bangî xêrxwazan dikin ku bi rêya dezgehên resmî û sivîl yên Başûrê Kurdistanê alîkariyên xwe bigihînin mexdûrên erdhejê yên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê."

    12:50 Di dîmenên piştî erdhejê de tê xuya ku welatî li kes û nasên xwe yên bin erdhejê de mane digerin.

    12:35 ERDHEJÊ BANDOR LI ÇIYAYAN JÎ KIR

    Li gorî agahiyên li ser medyaya civakî belav bûne, çiyayên li herêma Derbendîxan a parêzgeha Silêmaniyê jî ji ber erdhejê hilweşiyane.

    12:20 DÎMENÊN JI DEMA ERDHEJÊ BELAV DIBIN

    Di dîmeneke li ser medyaya civakî belav bû de dema pêkhatina erdhejê li kafeyeke parêzgeha Silêmaniyê tê dîtin. Di wê demê de xelkê li kafeyê bi tirs û xof direvin.

    12:15 KCDê Û TJAyê JI BO ERDHEJÊ BANGÎ PIŞTEVANIYÊ KIR

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di derbarê erdheja ku şevo borî li Herêma Kurdistanê û Îranê pêkhatî de daxuyanî dan û banga piştevaniyê kir.

    Tevgera Jinên Azad (TJA) di daxuyaniya xwe ya têkildarî erdhejê de ev tişt gotin: "Ji bo mirovên me yên ku jiyana xwe ji dest daye em di nava xemgîniyeke mezin de ne. Heger êşa me çiqas giran be jî dema em dest bidin hev dê êşa me sivik bibe û hevakariya me xurt bike. Em bi hemû dilê xwe li ba jin û gelê Kurdistanê ne. Em ji bo piştevaniya gelê me yê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bang li gelê xwe dikin. Bila serê hemû gelê Kurdistanê sax be."

    Ligel vê yekê rêberî dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney û Serokomarê Îranê Hesên Rûhanî di derbarê bûyera erdhejê de peyam belav kirin.

    Ayetullah Elî Xamaney di peyama xwe de diyar kir ku divê hemû rayedar biçin alîkariya mexdûrên erdhejê û ji hêzên artêşê û pasdaran xwest ku bi awayekî lez û bez ji bo rizgarkirina mexdûran alîkariyê bikin û hemû saziyên leşkerî û sivîl ji bo wan seferber bikin.

    Serokomar Hesen Rûhanî jî di hevdîtina xwe ya bi rêya telefonê ya li gel Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Rehmanî Fexlî de ferman da ku alîkariyên ji bo herêmên erdhejê demildest werin şandin û alîkariya mexdûran werin kirin.

    Şeva borî li ser sînorê Îran û Herêma Kurdistanê erdhejeke bi pileya 7.3yan rûdabû. Erdhej bandora xwe herî zêde li derdora parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê û parêzgeha Kirmaşan a Îranê kir. Erdhej li gelek bajarên din ên Kurdan jî hat hîskirin.

    Bi heman mijarî:

    Bi dijwariya 8an erdhej pek hat: Banga tsunamiyê hat kirin
    Herêma Kurdistanê ji bo erdhejê maseya krîzê ava kir
    Li Kurdistanê erdhejek çêbû: Mirî û birîndar hene
    Civîna komên Parlementoyê û hikûmeta Kurdistanê ya îro hat bipaşdexistin
    Etîketan:
    erdhej, mirî û birîndar, Rêberê dînî yê Îranê, Serokomarê Îranê, Ayetulah Elî Xamaney, Hesen Rûhanî, Kirmaşan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de