01:55 25 Hezîran 2018
PJAK

Hêzên Îranê 6 Kurd bi tohmeta 'endamtiya PJAKê' girtin

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên ewlehî yên Îranê piştî şerê di navbera endamên PJAK û pasdarên Îranê de, ku di encamê de 8 psdaran jiyana xwe ji dest dabû, li navçeyên Mako û Çaldiran ên Îranê 6 kurd desteser kirin.

Li gorî agahiyên malpera Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê hêzên ewlehî yên Îranê beriya du şevan li navçeyên Makû û Çaldiran ên Îranê bi ser malên kurdan de girtine û herî kêm 6 kurd bi tohmeta endamtî û alîkariya PJAKê desteser kirin û ew şandine girtîgeha Makoyê.

Komeleyê anî ziman ku di dema serdegirtina malan de hêzên ewlehî yên Îranê li wan kurdan daye û îşkence li wan kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku endamên PJAKê di şeva 3yê Mijdara 2017an de li navçeya Çaldiran a Îranê êrîş biribûn ser pasdarên Îranê yên li ser sînor û di encamê de 8 pasdar hatibûn kuştin.

Bi heman mijarî:

PJAKê êrîşî pasdarên Îranê kir: 8 kuştî
Îran: Ji êrişa PJAKê Tirkiye berpirsyar e
Hevserokê PJAKê Moînî: Divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bibin yekdeng
PJAKê êrîşên li dijî HDKê şermezar kirin
PJAKê serdana Partiya Demokratîka Kurdistan-Îranê kir
Îdiaya Mehrê: PJAKê li dijî Îranê ji Îsraîlê alîkarî xwest
Etîketan:
endamtî, girtin, PJAK, Îran, Mako, Çaldiran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de