15:12 22 Çile 2018
Zindî
    Ala Îranê

    Kurdek bû serokê rêveberiya çandê ya Kurdistana Îranê

    © Sputnik/ Sergey Mamontov
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li îranê ji bo Serokatiya Giştî ya îdareya Çand û Îrşadê ya Eyaleta Kurdistanê kurdekî bi navê Celal Qeleşaxanî hat tayînkirin.

    Li gorî agahiyên ajansên Îranê Wezareta Çand û Îrşadê ya Îranê ji bo Serokatiya Giştî ya îdareya Çand û Îrşadê ya Eyaleta Kurdistanê kurdekî bi navê Celal Qeleşaxanî tayîn kir.

    Wezaretê di fermana xwe de ji bo Celal Qeleşaxanî got, "Ji bo berdewamkirina kar, hûn wekî Serokê Giştî yê îdareya Çand û Îrşadê ya Eyaleta Kurdistanê hatine hilbijartin."

    Hêjayî gotinê ye ku beriya niha kesekî bi navê Rehîm Ceferî Serokê Giştî yê îdareya Çand û Îrşadê ya Eyaleta Kurdistanê bû. Celal Qeleşaxanî jî cîgirê Rehîm Ceferî û Serokê îdareya Çand û Îrşadê yê bajarê Kamyaran bû.

    Etîketan:
    Serokê Giştî yê îdareya Çand û Îrşadê ya Eyaleta Kurdistanê, Celal Qeleşaxanî, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de