04:16 16 Kanûn 2017
Zindî
    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî

    Tehran: Rûhanî daxwaza hevdîtina Donald Trump qebûl nekir

    © Wikipedia
    Îran
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku Serokomar Hesen Rûhanî daxwaza hevdîtinê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump qebûl nekir.

    Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Qasim Behramî di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Meha borî di serdama civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaza hevdîtineke taybet li Serokomar Hesen Rûhanî kir, lê Rûhanî daxwaza Trump qebûl nekir."

    Qasim Behramî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Axaftinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku gotibû Rûhanî qanih bûye bi Trump re hevdîtinekê bike ne rast e û ji rastiyê dûr e."

    Ajansa nûçe ya nîvfermî ya Îranê Farsê hefteya borî di nûçeyeke xwe de gotibû Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo Rûhanî û Trump bîne cem hev kedeke mezin dide.

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûhanî bo Amerîkayê: Em guh nadin we û em ê hilberîna xwe bidomînin
    Herîrî: Axaftinên Hesên Rûhanî nayên qebûlkirin
    Rûhanî: Li herêmê êdî bêyî nêrîna Îranê tu guhertin pêk nayê
    Rûhanî: Em ji kurdan hez dikin lê divê berdêla şaşiyên xwe bidin
    Erdogan, Rûhanî û Ebadî ji bo mijara serxwebûna Kurdistanê dicivin
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Serokomarê Îranê, Donald Trump, Hesen Rûhanî, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de