05:19 11 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Ewlekariya Îranê

    Li Çaldirana Urmiyeyê şer: 4 kuştî

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 02

    Supaya Pasdarên Îranê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li navçeya Çaldirana Urmiyê di navbera hêzên wan û grûbeke çekdar de şer derket û di encamê de 4 kesÊn endamên grûbê hatin kuştin.

    Li gorî daxuyaniya baregeha leşkerî ya Hemzeya Supaya Pasdarên Îranê, li Çaldirana Urmiyê di navbera hêzên wan û grûbeke nenaskirî de şer û pevçûn derket û di encama pevçûnê 4 kesên ji grûbê hatine kuştin.

    Supaya Pasdarên Îranê di daxuyaniya xwe de ragihand ku nizanin kesên kuştî ji kîjan alî ne. Lê li gorî nûçeya malpera Rûdawê ku dispêre medyaya îranî, wêneyên ku di çapemeniya Îranê de hatine belavkirin, şêwazê cilûbergên wan ê kurdî dişibin şervanên PKKê û dibe endamên PKKê bin.

    Li gorî agahiyên Supaya Pasdaran ev 4 kesên ku hatine kuştin 2 roj berê li navçeya Çaldirana Urmiyê 2 endamên pasdaran kuştibûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    8 leşkerên Îranê hatin kuştin
    Rûsya li dijî plana Amerîka ya derbarê leşkerên Îranê de ye
    8 kolberên kurd bi guleyên leşkerên Îranê hatin kuştin
    5 leşkerên Îranê di pevçûnan de hatin kuştin
    Yek jê fermandar 5 leşkerên Îranê li Sûriyeyê hatin kuştin
    Balyozê Îsraîlî bo Spûtnîkê: Me Golan bida niha Hizbûllah û leşkerên Îranê li wir bûn
    Etîketan:
    Supaya Pasdarên Îranê, Urmiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de