14:19 11 Kanûn 2017
Zindî
    Pirtûk - Kitêb

    Nivîskarê navdar ê kurd jiyana xwe ji dest da

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê navdar ê kurd Elî Eşref Derwîşiyan li bajarê Tehrana Îranê jiyana xwe ji dest da.

    Piştî wefata Elî Eşref Derwîşiyan hevsera wî Şehnaz Darabiyan daxuyaniyek belav kir û got: "Hevserê min îro bi sedema nexweşiyê di 76 saliya xwe de li Tehrana Îranê jiyana xwe ji dest da."

    Li gorî zanyariyan, Derwîşiyan 10 sal berî niha tûşî nexweşiya fişara xwînê û qutbûna demar di mejî de bûbû. Derwîşiyan di jiyana xwe de 6 romanên dirêj, 45 pirtêkên çîrokan û herwiha çend lêkolîn, ferhenga Kurdî-Farsî û çîrokên Kurdî, bawerî û merasimên herêma Kirmaşanê, peyvnasiya şêwezara Kirmaşanî bi zimanê Farsî belav kirine.

    Eşref Derwîşiyan sala 1941ê li Kirmaşanê ji dayik bûye û bawernameya Macestera derûnnasiyê hebû. Karê mamostiya xwandingehê dikir. Sala 1971an ji kar hat dûrxistin, 1971 heta 1979 girtiyê siyasî bû û sala 2006 xelata Helmen Hemt wergirt. 53 berhemên wî belav bûn û hemû bi Farsî bûn. Lêkolîn li ser çand û zimanê Kurdî jî dikir.

    Bi heman mijarî:

    Helbestvanê kurd koça dawî kir
    Hevsera serokê partiya kurd ê berê koça dawî kir
    Hahamê kurd ê cihû di 117 saliya xwe de koça dawî kir
    Helbestvanê kurd ê navdar Resûl Reş Ehmedî koça dawî kir
    Pêşmergeyekî Komara Kurdistanê di 92 saliya xwe de koça dawî kir
    Etîketan:
    Nivîskarê kurd jiyana xwe ji dest da, Elî Eşref Derwîşiyan, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de