15:19 21 Hezîran 2018
Muhemed Cewad Zerîf

Îran: Ne ji Heşda Şeibî bûya, DAIŞ diket Bexda û Hewlêrê

© AFP 2018 / Fabrice Coffrini
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li dijî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ku gotibû, ‘Bila Heşda Şeibî ji Iraqê derkeve’ derket û got, eger ew li benda fermana Tillerson bûna, dê DAIŞ li Bexda û Hewlêrê bûna.

Mihemed Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê twitterê bersiv da Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tilleron û got, berevajî Amerîka ku berjewendiyên wê di nakokiyên navçeyê de hene û dixwaze çekên zêdetir bifiroşe, Îran dixwaze ligel hemû cîranên xwe danûstandinan bike.

Zerîf li ser gotinên Tillerson da zanîn, ew li malên xwe ne û ne li benda fermana kesekî ne, eger heta niha ew li benda fermana Tillerson û hikûmeta Amerîkayê bûna, dê niha DAIŞ li Bexda û Hewlêrê bûna.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Daxuyanîyên alîkariya talîbanê nayên qebûlkirin
Ji fermandarê pêşmerge daxuyanî: Çiyayên Zertek û Xazir di kontrolê de ne
Barzanî û Macron axivîn: Rêya herî baş danûstandin e
31 dever heta 9ê Mijdarê bûn herêmên ewlekariyê
Almanya: Kurdan soz daye, dê piştevaniya pêşmerge berdewam be
Rex Tillerson bi serdaneke awarte çû Bexdayê
Etîketan:
Amerîka, KUrdistan, Iraq, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de