18:15 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Referandûm - Kurdistanê

    'Referandûma Herêma Kurdistanê wekî xencerekê li pişta 4 dewletên Îslamê ket'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Îran
    Lînkê kurt
    0 11304

    Sekreterê Giştî yê Hizba Muetellef yê Îranê Muhammed Nebî Hebîbî diyar kir ku referandûma Herêma Kurdistanê di vê dema şerê li dijî DAIŞê de bû xencerek û li pişta 4 dewletên Îslamê yên li herêmê ket.

    Li gorî agahiyên Ajansa Mehrê Sekreterê Giştî yê Hizba Muetellef yê Îranê Muhammed Nebî Hebîbî di civîneke partiya xwe de di derbarê referandûma Herêma Kurdistanê de axivî û got, "Referandûma Herêma Kurdistanê wekî xencerekê li pişta 4 dewletên Îslamê yên li herêmê ket, ku ew dewlet jî li dijî DAIŞê şer dikin."

    Hebîbî di berdewamiya axaftina xwe de got, "Niha DAIŞ berbi tunebûnê ve diçe. Ji ber vê yekê rejîma siyonîst û Amerîka hewl didin wan welatên ku li dijî DAIŞê şer dikin, dabeş bikin. Ev xiyanet e û divê destûr neyê dayîn ku xelkê Kurdistanê yê rastî zilmê hatine, bibe lîstika deste dagirkerên cîhanê."

    Bi heman mijarî:

    Ji Bexdayê daxuyanîya sîstema Konfederaliya Iraq û Kurdistanê
    ‘Hilbijartinên Herêma Kurdistanê nayên paşxistin’
    Spûtnîk Kurdistanê xelat wergirt
    CHP: Divê mirov rêzê li serxwebûna Kurdistanê bigire
    700 hezar bermîl petrola Kurdistanê gihîşte Îsraîl, Kirwatya û Polonyayê
    Erdogan, Rûhanî û Ebadî ji bo mijara serxwebûna Kurdistanê dicivin
    Etîketan:
    referandûma serxwebûna Kurdistanê, Sekreterê Giştî yê Hizba Muetellef yê Îranê, Muhammed Nebî Hebîbî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de