07:49 12 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya Îranê

    Rêûresma şîna Mam Celal li Kurdistana Îranê jî bi rêve çû

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêûresma ji bo şîna Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî êvara duhî li bajarê Merîwanê yê bi ser Eyaleta Kurdistana Îranê ve jî bi rêve çû.

    Li gorî agahiyên Ajansa Mehrê êvara duhî li bajarê Merîwanê yê Eyaleta Kurdistanê ya Îranê li Mizgefta Selaheddînê Eyyûbî ji bo ji bo Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî şîn hat danîn.

    Hat ragihandin ku rêûresma şînê bi hevkariya Îdareya bajarê Merîwanê bi rêve çû û ligel nûnerê YNKÊ Nazim Debax û çend kesayetên Herêma Kurdistanê, gelek welatiyên Merîwanê jî beşdarî rêûresmê bûn.

    Hêjayî gotinê ye ku Celal Talabanî beriya çend rojan li Berlînê, paytexta Almanyayê çûbû ser dilovaniya xwe û di rêûresma cenzayê wî yê li Silêmaniyê de ligel gelek nûnerên dewletên biyanî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf jî amade bûbû. Lê ji Tirkiyeyê tu nûnerek beşdar nebûbû.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî şîn ragihand û beşdarî ti merasîmeke Mam Celal nebû
    'Kosret Resûl li şûna Mam Celal bû sekreterê giştî yê YNKê'
    Baydemir: Wefata Mam Celal hemû aliyên Kurdistanî anîn cem hev
    Resûl: Çûyîna Mam Celal zirareke mezin e bo Kurd û Kurdistanê
    Barzanî: Ev daxwaza Mam Celal jî bû
    Beşar Esed ji bo Mam Celal peyama sersaxiyê şand
    Ji bo Mam Celal li gelek bajarên kurdan konên sersaxiyê hatine danîn
    Etîketan:
    şîn, Sekreterê Giştî yê YNKê, Celal Talabanî, Merîwan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de