15:29 18 Kanûn 2017
Zindî
    Muhammed Cewad Zarîf

    Îran: Em ji ber şaşiyên stratejîk gazinan ji kurdên Iraqê nakin

    © REUTERS/ Lucas Jackson
    Îran
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 0 0

    Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ya Îranê ragihand ku Wezîrê Derve yê Cewad Zerîfî gotiye," Îran gazincan ji Kurdistana Iraqê nake ji ber şaşiyên stratejîk ên ku hinek kesên taybet kirine, referandûma (serxwebûna Kurdistanê) jî tê de."

    Îro îniyê, Zerîfî gotiye, li gel ku Tehran biryara referandûma serxwebûnê ya vê dawiyê birêveberiya Herêma Kurdistanê pêk aniye "şaşiyeke stratejîk" dihesibîne jî, lê ew gazin û lomeyan ji Kurdistanê nake ji ber têkiliyên wan ên dostaniyê yên "ebedî" li gel Herêma Kurdistanê hene.

    Ajansa navborî ragihand ku Zerîfî wiha gotiye: "Komara Îslamî ya Îranê dostekî ebedî ye ki gelê Iraqê re û herwiha ji kurdên vî welatî re jî û şaşiyên ku ji aliyê hinek kesayetên taybet ve hatine kirin wek şaşiyên gelê kurd nahesibîne."

    Zerîf îro çûbû bajarê Silêmaniyê daku beşdarî merasîma cenazeyê Serokkomarê Iraqê yê berê û Sekreterê YNK Celal Talabanî bibe.

    Hêjayî gotinê ye ku Zerîf di cenazeyê de li kêleka Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rûniştibû.

     

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Parlementerên Iraqê ji ber alaya Kurdistanê tev li merasîma Talabanî nebûn
    Îran: Em li çareseriyekê ji referandûma Kurdistanê re digerin
    Televizyoneke Iraqê merasîma Talabanî ji ber alaya Kurdistanê di nêvî de birî
    Dîplomatê Bosnayî: Referandûma Kurdistanê meşrû ye û ez piştgirî didimê
    Erdogan ji bo referandûma Kurdistanê: Sedem e, ne encam e
    ‘Milyonek bermîl petrola Kurdistanê gihîşte Îsraîlê'
    Etîketan:
    Fûad Masûm, Mesûd Barzanî, Celal talabanî, Mihemed Cewad Zerîf, Kurdistan, Iraq, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de