10:21 13 Kanûn 2017
Zindî
    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    ‘Referandûma Kurdistanê Enqere û Tehran nêzî hev dike'

    © REUTERS/ Kayhan Ozer
    Îran
    Lînkê kurt
    0 01

    Dîrektorê Navenda Lêkolînên Pirsgirêkên Îranê Muhammed Saleh Sadikan di axaftina xwe de ragihand ku referandûma Kurdistanê Enqere û Tehran nêzî hev dike.

    Dîrektorê Navenda Lêkolînên Pirsgirêkên Îranê Muhammed Saleh Sadikan serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a Îranê û girîngiya serdanê ji ajansa Spûtnîkê re nirxand. Sadikan di axaftina xwe de got: "Ji xwe Îran û Tirkiye di nava xebateke nêzîk de bûn, piştî referandûma Kurdistanê Enqere û Tehran dê zêdetir nêzîkî hev bibin."

    Muhammed Saleh Sadikan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serdana Erdogan a Îranê serdaneke standart bû, lê piştî lidarxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê û bûyerên herêmê di cihekî taybet girt. Peşveçûn ne tenê kurd û Iraqê eleqedar dike, cîranê herî nêzîk Îran û Tirkiyeyê jî eleqedar dike."

    Sadikan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Tirkiye û Îran di hevdîtinên Astanayê de gelekî nêzî hev bûn û ev li Sûriyeyê bû sedema kêmkirina alozî gengeşiyê. Pirsgirêka Kurdistanê nû derket û bi texmîna min ev pirsgirêk wê Enqere û Tehranê zêdetir nêzîkî hev bike."

    Bi heman mijarî:

    Altan Tan: Kurdistan ava bibe, dinya xera nabe
    'Nabe Kurdistan wekî Xezze û Qeterê were dorpêçkirin'
    'Çûnûhatina bazirganî di navbera Kurdistan û Bexdayê de dîsa dest pê kir'
    Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê 7 xalên piştî qonaxa referandûmê ragihand
    Kurdistan: Em ê dergehên sînorî radest nekin
    Etîketan:
    Serokomarê Îranê, Serokomarê Tirkiyeyê, Hesen Rûhanî, Recep Tayyip Erdogan, Îran, Tirabzay
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de